Kanên xîz û micir jiyan li gund herimand
İDRİS SAYILGAN
AGIRÎ(DÎHA) - Li gundê Zîro yê Agiriyê li ser navê Sanaya Organîzê 3 hezar û 600 dolim zevî xistin xizmeta şîrketên kaanan. Kayê gund Abdullah Arslan, diyar kir ku kaanên xîz û micir ên hatin vekirin jiyana gundiyan herimand û ekolojî tev talan kir.
Li gundê Zîro yê Agiriyê ji ber zevî di xizmeta karsaz û şîrketan de tên bikar anîn hem ekolojî û xweza wêran dibe, hem jî jiyana welatyên herêmê di talûkeyê de ye. Li gund 3 hezar û 600 dolim zevî ji bo kar ji xizmeta fabrîqe û kaanan re hat vekirin. Di 2005'an de zevî ji bo xizmeta taybet hat vekirin û li ser navê dê zevî ji Sanaya organîzê re bê çêkirin, kirin kaanên micir û xîzê. Piştî li vê zeviyê fabrîqe û kaanên micir û xîzê hatin vekirin xweza talan bû û jiyan li mirovan herimî. Zeviya ku di sala 1995'an de pêşkêşî Emlaqa Neteweyî hat kirin, Mêrga gund bi qasî 650 dolim zevî di bin navê sanaya Organîzê de pêşkêşî xizmeta şîrketa NESÇE hat kirin. Şîrketê li vir kaana xîz û micirê ava kir û 10 salin hilberîna micir û xîzê dike. Şîrketa NESÇE di sala 2015'an de ev kargerî dewrî Şîrketa Bulut A. Ş. a Îsmet Bulut ku nêzî AKPê ye kir.
Ji ber ev kaan li vir hatiye avakirin mêrga gund ku welatiyan sewalên xwe li vir diçêrand sal bi sal tune dibe û ekolojî talan dibe. Welatiyan ji bo mêrga xwe dîsa paşve bistîne bidehancaran serî li Walîtiya Agirî tan, lê tu car encam jê negirtin. Gundiyan têkoşîna xwe her sal berdewam kir û herî dawî di sala 2012'an de ji her malê îmzeyek kom kir û nêzî 150 îmze kom kirin. Welatiyan zerara ku dane gund î xistin qeydan û bi daxwaznameyê pêşkêşî qeymeqam kirin.
welatî dixwazin demek berî demekê ev kaanên ku mêrg û zeviyên wan talan dikin bên girtin û êdî dîsa karibin li vir sewalkarî û çotkariyê bikin.
Mixtarê gund Abdullah Arslan, diyar kir ku piştî dewletê mêrga wan ji destê wan girt, êdî welatî nikarin sewalkariyê bikin û gelek welatiyên debara xwe bi sewalkariyê dikirin êdî necar dimînin ku bar bikin.
Arslan, anî ziman ku ji ber toza kaanan hemû cêra gund hişk bûye û sewalkarî sal bi sal tune dibe. Arslan, bilêv kir ku êdî kes wekî berê sawalkarî û çandiniyê nake û hilberîna gund pir kêm bûye.
Arslan, destnîşan kir ku wan gelek caran daxwazên xwe bi riya daxwaznameyan bi walî re arve kiriye, lê Waliyê Agiriyê daxwaz û pirsgirêkên wan li ber çavan nagire. Arslan, bilêv kir ku wan ji bo sewalkarî û çandiniyê 650 dolim zeviya mêrgê ji wan xwestiye, lê ew jî nedaye wan û ew mexdûr kirine. Arslan, bilêv kir ku mêrga gund pêşkêşî rantxuran kiriye û yên zerarê dibînin gundî ye. Arslan, daxuyand ku ev kaanên hatine avakirin jiyana welatiyan û zindiyên derdorê tune dike û gefan li ekolojiyê dixwe.
Şêniyên gund Ziver Oner, jî anî ziman ku nêzî 160 dewarên gund hene û ji ber mêrga gund hişk dibe û tune dibe nikarin dewarên xwe jî biçêrinin û zeviya çêrê êdî tune ye.
(mae)