Kurdekî rêwî û portreyeke çak; Sehîdê Rizgo Îboyan
RÊDÛR DÎJLE
AMED (DÎHA)- Yek ji nivîskar û rewşenbîrên kurda, ewledekî kurdên êzidî yê Sovyêta berê Prof. Dr. Sehîdê Îbo yê di sala 1991’ê de li Ermenîstanê hat qetilkirin, di her kêliyên jiyana xwe de bi kurdayetiyê rabûye rûniştiye, li gel bijîşkiya xwe yî zarokan gellek berhemên bêhempa li gencîneya wêje û folklora kurdî zêde kiriye. Ji berhemên wî yên helbestî hin jê ji hêla gellek hunermendan ve wek awaz hatine strîn, ku stranên wek “Xwezî Dîsa Zar Bûma”, “Qîza Kurda” yên ji hêla hunermend Aram Tîgran ve hatine strîn, helbestên wî ne. Û ji van berhemên wî yek jê romana wî ya bi navê “Kurdê Rêwî” ye, ku rê û risma kurdên êzidî bi qewimînên dîrokî, civakî û dînî dide der.
Sehîdê Rizgo Îboyan, ku di sala 1991’ê de li Yêrêvana Ermenîstanê ji hêla kesên nenas ve hat qetilkirin, yek ji nivîskar û rewşenbîrên kurda, ewledekî kurdên êzidî yê Sovyêta berê bû. Îbo di 8’ê Gulana 1924’an de li gundê Qarxûna Jorîn, niha wek Cirarat tê zanîn, wek zarokekî malbateke hejar tê dinyayê. Pêşî li gund dibistana kurmancî û paşê di ya ermena de dixwîne. Ji zarotiyê ve kilam û çîrokên cimaetê tesîrê lê dikin, lew dema di êvarên dûr û dirêj ên nehyeya Eçmîazinê de li odeya Rizgoyê Îbo ahil û cahil berhev dibûn û li gel strînê hikyat vedigotin, Îbo her bi dêhneke folklorîk û mêldariyî guh dida wan. Hê 9 salên Îbo temam nabin bavê wî dimire û barê şeş bira û sê xwişkan dikeve ser milê dayika wî Hica Evdo. Piştî kamil dibe û bîrbiriyeke xurt lê hasil dibe wiha dibêje, “Bavê min mir, mera mal û dewlet nehişt, lê bavê min temmî da min: ‘Qedrê weten, daîka şîrin, nanê tiberik hertim bigre.’”
‘Xencî çend nanê sêlê, şelbikê qetix, timê kitêb, defter û qelem jî hebûn’
Piştî koça bavê wî, Îbo di neh saliya xwe de dibe berxvan û di ber berxvaniya xwe re jî hema çi bi dest dikeve dixwîne ku di berhema xwe yî bi navê “Kara Dîzka Qetix” de derbareyê van rojên xwe yî berxvaniyê de wiha dibêje, "hэвана нане мьнда х'енщп чэнд нане селе шэлбьке qет'ьх, т'ьме к'ьт'еб, довт'эр у qэлом жи hэбун. (Hevana nanê minda, xencî çend nanê sêlê, şelbikê qetix, timê kitêb, defter û qelem jî hebûn).” Di van salan de li gundê wan nexweşîna tayê xwe dide der û li ber çavên Îbo gellek mezin û zarok dimirin û ew bi xwe jî çend caran bi vê nexweşînê dikeve û dikeve halê mirinê lê jê safî dibe. Mirina ji ber vê nexweşînê berê Îbo ber bi bijîşkiyê ve dibe û biryar dide ku ew dê bibe bijîşk. Pêşî li koleja bijîşkiyê dixwîne û paşê dibe xwendekarê înstîtuya bijîşkiyê. Di dema xwendekariya xwe de her li ser xebatên ilmî serê xwe diêşîne û sê gotarên zanistî pêşkeşî înstîtuyê dike û ji van gotaran yek jê hurmetnameya Mastira TPCC a saxlemîxweyîkirinê distîne. Piştî kutakirina înstîtuyê Îbo du salan li nehiyeya Sîîtakê wek bijîşkê zaroka û serbijîşk dixebite û navê wî belav dibe.
‘Bilêta xwe hilde hevalo qonaxa me îro hîv e’
Di sala 1959’an de diçe Moskovayê û di aspîrantûriya Akademiya Zanistê ya TPCC’yê di dereceya nexweşîna zarokan de tê qebûlkirin ku bo vê çûyînê di helbesta xwe yî bi navê ‘Moskva-Hîv’ ya di berhema xwe yî bi navê ‘Sînem’ de wiha dibêje: “Бьлет'а хwэ hьлдэ, hэвало/ Р'ожа иро эм р'еwинэ/ Дэwрана мэ wа h'эwалэ,/ Qонаха мэ иро hивэ (Bilêta xwe hilde, hevalo,/ Roja îro em rêwîne,/ Dewrana me wa hewale,/ Qonaxa me îro hîve).” Îbo di du salan de dîsêrtasiya xwe temam dike û navê kandîdatê zanista bijîşkiyê digire û vedigere Yêrêvanê, li înstîtuya bijîşkiyê dersdariyê dike. Pişt re merhele bi merhele wek asîstan, doçent heta profesoriyê diçe.
Di cotmeha 1974’an de wek endamê Kongrêsa Pêşekarê Nexweşîna Gurçikê Zarokan a Washhîngtonê tê hilbijartin û gellek kes li ber destê wî nîşaneya bijîşkî û asîstaniyê digirin.
Di sala 1991’ê de li Yekîtiya Sovyetê hêdî hêdî di warê siyasî, civakî û aborî de qeyran û bêedaletiyek xwe dide der. Dewlet û hikûmeta heyî serî bi pirsgirêkan dernaxînin. Li gel vê ev alozî sîrayetî Ermenîsatnê jî dikin û li nêv kurdan vê derê jî cirr û qayişek xwe dide der û li gel hin ermaniyan komeleyeke êzidiyan tê avakirin û di ser vê re xebatên ku bi îdiaya êzidî ne kurd in tên meşandin. Her roj ji hêla pêgirên vê komele û organên wê li ber Rojanmeya Rêya Teze çalakiyên provakasyon û lînçî tên lidarxistin. Li gel van hemû pêkûtiyan Sehîdê Îbo jî bi rewşenbîriya xwe her li ser xeta biratiya bi gelê ermen û xeta xwe yî komunîzmê tevdigere û bi her awayî li dijî van pêkûtiyan derdikeve. Ev sekna wî li xweşa hin kesan naçe û di 17’ê Kanûna 1991’ê de li odeya xwe yî Înstîtutya Bijîşkiyê ya Yêrêvanê bi çekê ji paş serê xwe ve tê kuştin. Bi qetilkirina Îbo re ji gellek deveran rewşenbîr, nivîskar û kes tên ber înstîtuyê û beşdarî merasîma cenazeyê wî dibin û Serokê Întîtuya Yêrêvanê yê wê demê Vîlên Hakopyan di merasîmê de wiha dibêje, “Şermeke mezin e ku, kesekî wek Sehîdê Îbo qedirbilind û buha li nêv axa Ermenîstanê tê kuştin.”
Di warê wêje û folklorê de berhemdariya Sehîdê Îbo piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi awayekî çak xwe dide der. Yekemîn afirandina wî di sala 1948’an de di Kovara “Sovêtakan Grakanûtîûn û Arvêst” û “Grakan Têrt”ê de tên neşirkirin û dû re nivîs û berhemnên wî di nêv pirtûkên dersa de û li rojnameya ‘Rya Teze” de cihê xwe digirin. Di sala 1963’an de bi navê “Qurna Min” (helbest) pirtûka wî ya ewil tê çapkirin û dû re bi navê “Dûryan” a wî ya duyem tê çapkirin ku di vê berhemê de serpêhatiya cimaeta kurdên êzidî vedibêje. Pişt re pirtûka sêyem a helbestan a bi navê “Bîst Salê Dinê” tê çapkirin ku têmaya helbestên wî yên vê berhemê ‘komunîzm’ e û li ser vê Casimê Celîl dibêje, Sehîdê Îbo bi vê berhemê re emrê me yî dewrana komunîzmê tîne ber çavê me û bi vê re şêweyek li helbesta xwe peyda kiriye. Li gel vê Îbo bi navên “Azadî”(helbest), “Sînem”(helbest) û di sala 1959’an de bi navê “Kurdê Rêwî” romaneke dinivîsîne, lê ev roman di sala 1979’an de tê çapkirin. Li gel van berheman Îbo ji gellek nivîskarên rûs û ermen ên wek H. Tûmanîan, C. Mîxalkov, A. Îsahakyan wergêr kirine û hin berhemên wî jî bi zimanê ermenkî, rûsî, azerî û gurcikî hatine wergerandin.
Li gel vê Sehîdê Îbo di warê zanista îlmî ya bijîşkiyê de jî nêzî 100 berhem nivîsandiye. Ji van berheman dudo jê monografiya û dudo jê jî pirtûkên bijîşkiyê yên bi zimanê kurdî ne (Şîretê Doxtir û Siva We Xêr).
'Emrê min kilam e, dengbêj Kurdistan e'
Sehîdê Îbo, xwedanê gellek berhemên ilmî, folklorîk û wêjeyî li Ermenîstanê bi bijîşkiya xwe wek “Bavê Zarokan” dihat nasîn ku tim wê bobelata nexweşîna “tayê” hatiye bîra wî û bi wê êşa ku gellek heval û hogirên wî yê zarokantiyê pê çûne, nêzî zarokan bûye û wan baş kiriye. Îbo li gel bijîşkiya xwe jî tim di heyba xwe de pênûs û defter gerandine û bi wêjeya kurdî re eleqedar bûye, ku di helbesteke xwe de dibêje “Emrê min kilam e/ Dengbêj Kurdistan e”. Lew ji berhemên wî jî dixuyên ku di warê ziman de pir hesas bûye û yên ku wî nas dikin diyar dikin dema zarokên kurda bi zimanê xwe nediaxivîn pir pê diêşiya û her wiha tê gotin ku dema dê û bav zarokên xwe yî nexweş dianîn cem wî pêşî pirsa “Navê wî/ê çî ye?” arasteyî wan dikir. Heke navê wan bi kurdî bana kêfxweş dibû, lê bi tersa wê re jî nexweş dibû û ji ber çima bi kurdî nav li wan nayê kirin li hemberî dê û bavan bertekên xwe nîşan dida. Li gel vê gellek helbestên wî jî ji hêla hunermandan ve wek awaz hatine xwendin. Ji van helbestên wî yên wek “Hespê komeyt siwar bûma/Ji bajêr berwar bûma/ Bimama bê deng û nav/ Her tek tenê zar bûma” û “Qîza Kurda” ji hêla hunermend Aram Tîgran ve hatine strîn.
Her wiha Sehîdê Îbo li gel helbestan bi navê “Kurdê Rêwî” jî romaneke ku dê bi fesihî û herikbariya zimanê xwe tu carî tiştekî ji xwe kêm neke jî nivîsandiye. Romana Îbo xwe dispêre vegotin yanî gilî û gotinên diya wî Hîca Evdo. Di romanê de jiyana êla wan Ortiliyan a di navbera sala 1918-22’an û rê û risma kurdên êzidî bi qewimînên dîrokî, civakî û dînî yên di dema Şoreşa Oktoberê de tên vegotin û bi naverok û agahiyên xwe derheqa jiyana êzidiyan de agahiyên zemx dide der.“Kurdê Rêwî” di sala 1959’an de hatiye nivîsandin, lê di sala 1979’an de li Yêrêvanê hatiye çapkirin. Her wiha di sala 2008’an de tîpguhêziya wê ya ji alfabeya kirilî ya bo latînî ji hêla Xanna Omerxalî hatiye kirin û di sala 2009’an de ji Weşanxaneya Avestayê der çûye. Roman bi bi pêşgotin û ferhengoka xwe bi giştî 207 rûpel e.
(red)