DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

HES biqedin dê Newala Alakirê jî zuha be

 
1 Tebax
09:22 2016

ANTALYA (DÎHA) - Her çendî dadgehê biryara "Li ser Newala Alakirê HES nayê çêkirin" dabe jî di bin navê rêjeyê de HES'a 5'emîn tê avakirin. Yek jî şêniyê Newala Alakirê Bîrhan Erkutlu diyar kir ku dema li ser newalê projeyên 8 HES'an bi dawî bibe, dê newal heta behrê mehkûmê boriyan bê kirin.

Newala Alakirê li Kumlucaya Antalyayê wekî cihê SÎT'ê yê Xwezaya Yekemîn hatiye îlankirin, li ser newalê 4 Santralên Hîdroelektîrîkê (HES) hatin avakirin, her çendî dadgehê biryara "Rawestandina Rêveçûnê" da jî di bin navê "zêdekirina rêjeyê" de HES'a 5'emîn tê avakirin. Her çendî çêkirina HES'ê ji hêla Midûryeta Bajarveniyê û Derûdorê ya Walîtiya Antalyayê ve hat rawestandin jî çêkirina HES'ê ji hêla Ştî. Ltd. a Afrîneriya Ceryanê ya Derekoyê ya girêdayî Şirketa Enerjiyê ya REÎS ve tê berdewam kirin.

'HES tê avakirin'

Burhan Erkutlu der barê xebatên li newalê de agahî da û aşkera kir ku her çendî divê li ser vê newalê HES neyên avakirin jî di bin navê zêdekirina rêjeyê de avakirin berdewam dike. Erkutlu aşkera kir ku wan têkoşîna hiqûqî bi dest xistibû jî bi xala KHK'ê re ev dîsa ji destên wan çûye û niha ji nûve têkoşîna hiqûqî didin meşandin.

'OHAL ji bo destkeftiyên me xetere ye'

Erkutlu bi lêv kir ku pêvajoya înşaetê ya ku hatiye destpêkirin, bi awayekî bêhiqûqî hatiye destpê kirin, bi îlan kirina OHAL'ê re ew bi xetereyan re rû bi rû ne. Erkutlu serdema OHAL'ê wekî serdema biryarnameyên li ser hukmên qanûnî re nirxand û aşkera kir ku têkoşîna ku didin di aliyê hiqûqî de hatiye piştguhkirin. Erkutlu da zanîn ku wan bi qanûnên torbeyî re tiştên ku bi destxistibûn jî ji destên wan çûne, bi îlana OHAL'ê re li dijî xwezayê talanek hatiye destpêkirin.

Erkutlu destnîşan kir ku Newala Alakirê berî salan koçberî lê çêbûye û axa wê axeke bakîr e û piştrast kir ku li herêmê gelek cureyên nebatan, ajalan tê dîtin, ev hemû zindîwar girêdayî avê ne. Erkutlu got av rehên jiyanê diafirînin, ji bo wê jî jîngeha hemû newalê bi avê ve girêdayî ye û ev tişt anî ziman: "Ji ber xebatên HES'an bi tevahî ava newalê bi boriyan tê kişandin. Yanî dirêjiya Newala Alakirê ya ji 70 kîlometreyî pêk tê, mehkûmê boriyan hatiye kirin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN