Meremê dilê kurda û şairê dilmayî: Şikoyê Hesen
RÊDÛR DÎJLE
AMED (DÎHA) - Qonaxa Qafqasyayê ya rewşenbîrî û wêjeyî, dema meriv dabeş dike ji sê heyamên ku hezaza wan bi îstîfkirineke bîr û boçûna neteweyî ya zexm hatiye danîn, pêk tê. Her heyamek nifşek û her nifşek bi teşe û şêweya xwe navên mayînde li dîroka wêje û rewşenbîriya kurdî nexş kiriye. Ji van nifşan, nifşê sêyem û ji vê nifşê jî, yek ji navên mayînde, lê mixabin jibîrbûyî, Şikoyê Hesen e, ku nexasim di helbesta kurdiya kurmancî de li eniyeke ku dê tu carî kozika helbesta wî neyê xitimandin û dagirkirin. Me hewl da em vî helbestkarê ku di dema xwe de nuwaziyek li helbesta kurdî û wêjeya kurdî zêde kir, lê ji ber neheqî û bêtalihiyekê ser navê wî hatiye nixumandin, bi portreyekê dubare bi bîr bixin.
Piştî hilweşandina Împratoriya Rûsyayê ango Qiraliyeta Çarî, bi Şoreşa Cotmehê li seranserê Qafqasyayê bo gelên kêmar gellek derfetên xwebûnê, nexasim jî di warê çand û hunerî de, xwe didin der. Ji van derfetan gelê kurd, nemaze kurdên êzidî yên ji ber zilm û fermanên kuştin û qirkirinê yên osmanî, Alayên Hemîdiyan ji Qersê, Wanê û gellek deverên din, xwe li Ermenîstan, Azerbaycan, Gurcîstan û Turkmenîstanê xistin jî sûde werdigirin. Li van deveran kurd piştî avakirina pergala nû ya Sovyetê, di warê çandî de derfetên çak bi dest dixin. Di navbera salên 1920-37’an de bi taybetî li Ermenîstanê ji hêla hikûmeta Bolşevîkan û alîkariya hin zanayên ermen ên ku bi kurdî zanibûn, di warê xwendin û nivîsandinê de li dibistanên kurda tevdigerin. Di vê heyamê de yekem car di sala 1921’ê de ji hêla hikûmetê ve dibistanên seretayî û gellek navendên xwendin-nivîsandinê tên vekirin. Ji hêla Hakob Xazaryan (Lazo) ê ermen ve bi navê ‘Şems’ pirtûka dersê ya bi alfabeya ermenkiyî, lê bi kurdî tê amadekirin. Di sala 1922’an de bi piştevaniya Ahmed Mirazî, Lazo û gellek kesên din li Tilbisê bo zarokên kurd bi navê 103’yan dibistaneke din tê vekirin ku Qanatê Kurdo, Cerdoyê Gênco, Semend Siyabendov, Çerkez Bakayev ên ku dê di pêşerojê de navê xwe li wêjeya û rewşenbîriya kurdî bi awayekî mayînde binivîsin xwendekarên vê dibistanê bûn. Di sala 1926’an de bi senaryoya çîrokeke Lazo, bi navê “Zere” sînemaya kurdî tê kişandin. Di heman demê de ji hêla kesên wek Erebê Şemo, Nûrê Polatbêkova jî derbareyê jiyîna civakê û her wekî din konferans tên lidarxistin. Di sala 1928’an de Erebê Şemo û Îshaq Marogûlov (bi eslê xwe aşûrî ye) ji hêla hikûmetê ve bo amadekirina alfabeyekê tên peywirdakirin, ku ev alafabe yekem alfabeya latîn a kurdî ye û di sala 1929’an di pirtûka bi navê “Xo-Xo Hînbûna Xondina Nivîsara Kurmancî” de tê çapkirin. Piştî demekê bo xwendina bilind komek xwendevanên kurd, ku di nav wan de kesê wek Qanatê Kurdo jî hebûn, bo Lenîngradê tên şandin. Di vê serdemê di weşanxaneya dewletê de beşa kurdî vedibe û yekem pirtûka kurdî ya Lazo a bi navê “Serhatiya Casim” (1931) û gellek berhemên edebî û materyalên perwerdehiyê tên çapkirin. Di vê serdemê de kesên derdikevin pêş ên wek Heciyê Cindî, Cerdoyê Gênco, Ahmed Mirazî, Emînê Evdal, Qanatê Kurdo, Casimê Celîl û gellekê din in. Her wiha di vê serdemê de yekem romana kurdî ya Erebê Şemo “Şivanê Kurmanca” û roman wî ya duyem “Kurdêd Elegezê” û gellek berhemên din tên çapkirin.
Zilm û zordariya Stalîn
Di heyama duyem a di navbera salên 1937-55’an de, li seranserê Sovyetê zilm û zordariya Stalîn xwe dide der. Di vê heyamê de hema bêje hemû çalakiyên çandî hunerî û dibistanên kurdî, weşana Rojanmeya Rêya Teze tên rawestandin. Gellek rewşenbîr û zanayên kurd tên sirgûn kirin û girtin. Ji van kesan Erebê Şemo sirgûnî Sîbîryayê dibe; Heciyê Cindî, Ahmed Mirazî, Cerdoyê Gênco tên girtin. Piştî demekê ji hêla Stalîn ve alfabeya latînî ya kurdî tê qedexekirin û li şûna wê alfabeya kirîlî cih digire. Di sala 1941’ê de hikûmeta Ermenîstanê biryar dide ku alfabeya kurdî bi kirîlî bê amadekirin û bo vî karî jî Heciyê Cindî tê peywirdakirin û di sala 1946’an de alfabe tê amadekirin, ku bi dehan sal xwendekarên kurdî bi vê alfabeyê hatin perwerdekirin. Di vê serdemê de ji bilî xebatên şanoyê hema bêje tu tiştekî berbiçav xwe nade der. Şanoya kurdî ya dewletê ya ku di sala 1937’an de li Elegezê hatibû avakirin, kêm zêde karê xwe dikir. Di vê şanoyê de li gel yên kurda gellek lîstikên ermeniyan ên ku bi kurdî yên wek “Mem û Zîn” a S. Taronsî, “Ker û Kulik”, “Keça Mîr”, “Xecê û Siyabend” û “Gur Heso” yên S. Gênosyan û yên gellek kesên din dihatin lîstin.
Heyameke afrîner
Piştî mirina Stalîn, di heyama sêyem ango ji sala 1955’an û pê ve dubare geşkirinek xwe dide der. Di vê heyamê de Rêya Teze dubare dest bi weşanê dike, radyoya Yêrîvanê bi kurdî weşana xwe dike, materyalên xwendinê tên amadekirin û her wiha di Akademiya Ermenîstanê, Înstîtuya Rojhilatnasiyê de beşa kurdolojiyê tê vekirin. Erebê Şemo ji sirgûnê vedigere û yên girtî tên berdan. Kesên wek Eliyê Evdilrehman, Nado Maxmûdov, Miroyê Esed û her wekî din li van kesan zêde dibin. Her wiha Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Emînê Evdal û gellekê din zêde zêde diafirînin. Li gel van kesan, kesên wek Fêrikê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Mikaîlê Reşîd, Sehîdê Rizgo Îboyan, Rizaliyê Reşît, Baryê Bala, Ordîxanê Celîl û hwd. dengekî cihê li wêjeya kurdî zêde dikin û di vî warî de berhemên hêja diafirînin.
Şikoyê Hesen, nifşê heyama sêyem, meremê dilê kurda û şa’irê dilmayî. Yê ku li gel hemû êş û azarên jiyanê, di keftûlefta hebûnê de her bi ehd û cehd li ser bîrbiriya hebûnê liviyaye û helbesteke pak li wêjeya kurdî zêde kiriye û taliyê bi întixarekê, lê bi awayekî dilmayî û xeydan ji vê dinyayê koç kir, li ser asasên diyalekta xelef-seleftiyê bi helbesta xwe pencereyek nûwaz li helbesta kurdî, nexasim ya qonaxa Qafqasyayê vekir. Hesen, di 17’ê Hezîrana 1928’an de li gundê Camûşvana biçûk yê nehiya Axbaranê ya Emenîstanê ji dayik bûye. Hîn 5 salî ye bavê wî Ahmedê Hesenê Mido, yê ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji gundê xwe yî Şatiroxlî yê Qersê ji neçarî koçber dibe, di 25 saliya xwe de ji ber êş û azaran dimire. Dema Mido dimire, Apê Şikoyê Hesen, Sofî xwedî lê derdikeve û wî dide xwendinê.
Hesen ewil li gundê xwe hetanî pola çarem dixwîne û dû re li Elegezê dibistana navîn dixwîne. Di sala 1948’an de li Zanîngeha Yêrîvanê ya Dewletê, di Beşa Rojhilatnasiyê de bi cih dibe û di sala 1953’yan de ji vê beşê mezûn dibe. Dema di vê beşê de hîn xwendekar e, mamosteyê wî zimannas Hraçya Açaryan bi zanyariya xwe tesîrê lê dike û Hesen jî, bo xwe wek modêl Açaryan esas digire. Piştî ji vê beşê mezûn dibe, di navbera salên 1954-57’an de li gundê Baxnarê yê nehiya Gargayê bi navê xwe yî dîtir Abxaziyê mamostetiya Ziman û Wêjeya Emenkî dike. Lê ji ber Hesen evîndarê ziman û edebiyata xwe ye, di sala 1959’an de vedigere Yêrîvanê. Di Radyoya Yêrîvanê de, di serwîsa kurdî de edîtorî, werger û xebatên wêjeyî dike. Di sala 1961’ê de dikeve ezmûnan û serî li Aspîranturiya (doktora) Akademiya Ermenîstanê ya Zanistiyî dide û serîlêdana wî tê qebûlkirin û diçe Lenîngradê, li Înstûtiya Gelên Asya Afrîkayê, li beşa Kurdolojiyê bi cih dibe. Li gor lêkolîna Eskerê Boyîk a bi navê “Çanda Kurdên Sovêtê”, Hesen di sala 1965’an de ji ber destengî û tunebûnê û ji ber nexweşîn lê peyda bûye, doktoraya xwe nîvçe dihêle û vedigere Yêrîvanê. Lê li gor pêşgotina E. Y. Bekoêva ya bo pirtûka “Meremê Dilê Kurda” (1971) a Hesen nivîsandiye, Şikoyê Hesen doktora xwe temam kiriye û vegeriyaye.
Dema ku Hesen ji Lenîngradê vedigere, rewşa wî ya aborî nebaşe, nikare debara zarokên xwe bike û her wiha ji ber vê xizaniyê zarokek wî dimire û ji neçarî mala xwe ji Yêrivanê bardike û berê xwe dide Tilbisê. Her wiha di vê demê de êdî tu kes berhemên wî jî çap nakin. Tê gotin ku wê demê gellek nivîskarên desthilat hebûne û van nivîskaran ji bilî pirtûkên xwe û yên xizmên xwe, rê nedidan ên wek Şikoyê Hesen. Lewra wê demê li Sovyetê çapxane di dest dewletê de bû û bêyî destûr û biryara dewletê pirtûk nedihatin çapkirin. Bi weşandina pirtûkan re, li gor hejmara çapkirin û firotina pirtûkan nivîskaran pereyekê baş distandin. Ji ber vê neçapkirin û destengiyê, Hesen direve Tilbisê û li wir jî bi zehmetî û destengiyan re rû bi rû dimîne. Ji ber ku jiyîna civakê ya wê demê Hesen têr nake û nikare li gor wê tevbigere, di sala 1976’an di 48 saliya xwe de întixar dike. Lê ew kesên ku berhemên Hesen çapnedikirin, piştî mirina wî berê xwe didian şêwe û cureya helbestên Hesen û bi awayê wî dinivîsandin. Her wiha tê gotin ku piştî mirina wî gellek kesan berê xwe daye mala wî û helbestên wî bi pera kirîne û hinan jî helbestên wî dizîne û li ser navê xwe çapkirine.
Şikoyê Hesen, hîn di dema xwendekariya xwe yî zanîngehê de bi baldariyî nêzî ziman û helbestê dibe û hîn şagirtê zanîngehê ye helbestên wî pêşî di rojnameya zanîngehê û dawiyê di Rojnameya Riya Teze de tên weşandin. Gellek helbestên wî li Lenîngrad, Tilbis û Yêrîvanê bo zimanên rûsî, gurcî û ermenkî tên wergerandin. Pirtûka wî ya ewil în “Qalçîçek” e û di sala 1961’ê de tê çapkirin. Dema “Qalçîçek” tê çapkirin, bi şêwe û teşeya xwe bala gellek xwendevan û wêjehezan dikêşe û her wiha nivîskar û lêkolînerê mezin Emînê Evdal wê demê di Rêya Teze de li ser vê berhema wî gotarekê dinivîsîne. Pişt re di sala 1965’an de bi navê “Tembûrê Kurda” pirtûka wî ya duyem tê çapkirin, ku di vê berhema xwe di warê helbestê de hîn bi pêş ve diçe û dibe mijara gellek gotaran. Ji vê berhema wî, ji helbesta pastoral û lîrik “Dengê Emir”:
Min av vexar ji kanîkek kerasî,
Dengekî zîz ji çevkaniyê min pirsî
Go: -Bavê te ez vexwarim, nema tî,
Kalê te hat, ez vexwarim, nema tî,
Wext ew birin, dewra wan çû, tu hatî,
Ez ku heme, kaniya emir im, bizanbî.
Gulmekê tu yê li min bixî, derbazbî,
Lê xwezil wî, kê ku nema nîvê rê,
Kê şuxul û îşiq da heta gorê,
Kê temizkir, kê şîrinkir ev kaniya,
Kê neqişand, kê nitirand ev dinya.
‘Bi sêr û sur e, Cewahir û dur e, Zimanê kurdî…’
Piştî “Tembûrê Kurda” di sala 1971’ê de bi navê “Meremê Dilê Kurd” berhema wî ya sêyem tê çapkirin. Hesen di vê berhema xwe li gor her du berhemên xwe yî din, ev car bi metafor û hêmayên cihê û dengekî cudatir helbesta xwe dide der. Di vê berhemê de bi piranî mijarên Şoreşa Oktobirê, komunîzmê, zor û zehmetiyên li Sovyetê, mêrxasiya gelê kurd a bo azabûn û serbestiyê dide der. Ku E. Y. Bekoêva di pêşgotina vê pirtûkê de bo helbestvan dibêje “Şayîr bo cimaeta kurd bi gumaneke mezin wek dîkê sibê dikile.” Her wiha di “Meremê Dilê Kurd” de helbesta bi navê “Zimanê Kurdî” ya ku wek awaz û stran ji hêla hunermend Aram Tîgran ve hatiye strîn, cih digire û helbesta Şikoyê Hesen bi xwe ye. Ji wê helbestê çend rist ev in:
Bi sêr û sur e
Cewahir û dur e
Zimanê kurdî…
Bi xemil, rewş e,
Şîrîn û xweş e,
Zimanê kurdî…
Gewrewê çiyaye,
Kubra teyra ye
Zimanê kurdî…
Piştî mirina Hesen bi salekê, 1977, bi navê “Perwaza Weten” pirtûka wî ya çarem tê çapkirin. Her wiha gellek weregerên wî yên ji zimanê rûsî, ermenkî û gurcî jî hene. Lê her wiha tê gotin Hesen gellek berhemên xwe jî şewitandin. Heta niha ji bilî hin helbestên wî yên hilbajarte ku ew jî di sala 2008’an de bi edîtoriya Tosinê Reşîd bi navê “Payîz û Ba” ji Weşanxaneya Avestayê çapbûye, bo latînî nehatine çapkirin.
(mae)