Bîstanên bajar berhemên xwe yên yekem da
SEMRA TURAN / DEVRAN TOPTAŞ
AMED (DÎHA) - Bostanên Bajar ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji bo jiyanek ekolojîk, komîn û dijberî betaliyê hatin çandin, berhemên yekem dan.
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serokatiya Daîreya Hêzkirina Aboriya Herêmî û Meclîsa Ekolojiya Bajar a Amedê 2 meh berê projeya "Bostanên Bajar ên Amedê" xist merdiyetê. Piştî ev proje xistin meriyete rastî eleqeyek mezin hat. Di çarçoveya projeyê de li 300 dolim zevî çandinî hat kirin. Bi vê projeyê hat armanckirin ku ji her bostanekî 60 malbat karibin sûdê jê bigirin. Piştî çandiniya bostanan hatin kirin, 2 meh şûnde bostanen hatin çandin yekem berhemên xwe dan. Şaredariyê bi van bostanan armanc kir ku piştgiriyê bide malbatên xaniyên wan li Sûrê hatine xerakirin. Proje bi silogana "Em dixwazin li ser axa ku em lê ji dayik bûne têr bibin" hatibû destpêkirin. Ev proje îro berhemên wekî isot, bacan, fireng, xiyar, fazûlî, bamya, petêx, zebeş û fêkiyên din zikê welatiyê xwe têr dike. Welatiyen ku bi awayekî kolektif çandiniya van baxçeyan kirin, berhemên ku ji bostana kom dikin li bazarên cuda yên bajar difiroşin û pêdiviyên xwe temîn dikin.
Li gel malbatên ku xaniyên wan li Surê hatin rûxandin gelek malbatên ku aboriya wan nebaş jî ji van bostanan sûdê digirin. Malbatên di van bostanan de dixebitin bi waayeki kolektif tev li projeyê dibin û hilberînê dikin.
Malbatên ku tev li projeya Bostanên Bajar bûne, her roj saet di 07.00'an de bi otobusa serwîsê ya şaredariye diçin nava bostanan û heta saet 19.00'an dixebitin û êvarî bi serwîsê vedigerin malên xwe. Li ser bostanan hemû alav û amûrên welatiyan hatiye sazkirin û welati pêdiviyên xwe li wir pêk tînn. Welatiyên di nava zeviyan de dixebitin li dijî germahiyê kon vedane û pêdiviyen avê bi tangeran temîn dikin. Ji malbata Biçek Abdulkadir Biçak ê 48 salî diyar kir ku ew bave 8 zarokan e û li taxa Ben û Sen'ê dijî. Biçak, da zanîn ku hemû zarên wî biçûk in û berî bê vir karê demsalî dikir. Biçak, da zanîn ku heta niha li gelek bajarên Tirkiye kar kir û piştî vê projeyê êdî dest ji karkeriya demsalî berda û li vir dixebite.
Biçak da zanîn ku 3 meh berê serî li şaredariyê da û şaredariyê ji Bostana Bajar 10 donim zevî da wî û li ser vê zeviyê bostan çand. Biçak, anî ziman ku projeya Bostanê Bajar ji bo welatiyan xizmetek gelek baş e û yekem berhemên xwe yên bostan kom kirin.
Welatiya 63 salî Meryem Yavuz jî li taxa Seyrantepe dijî û li Bostanê Bajar fêkî çandiye. Dayika 11 zarokan Yazuv, bi vî bostanî êdî dê debara zarokên xwe bike. Yavuz, da zanîn ku berhemên bostan kom kirin û dê amadekariyên zivistanê bike.
Welatiyê 53 salî Ahmet Dokak anî ziman ku li Sûrê dijî û mexdûrê şer e. Dodak, anî ziman ku piştî qedexeya Sûrê dest pê kir êdî kar di destê wî de nema û ji bo debarê serî li Şaredariyê da. Dokak, bilêv kir ku karê bostan ji her karî çêtir e û bi keda xwe debara xwe dike û ev ji bo wî kêfxweyî ye.
Heza Ocal a 53 salî jî anî ziman ku li navçeya Rezan dijî 20 salin diçe karê demsalî dike. Ocal, anî ziman ku piştî li vir dest bi çandiniya Bostanê Bajar kir êdî ji karkerên demsali xelas bû û niha berhemên yekem ji bostan kom dikin. Ocalan bilêv kir ku kîloya berhemên xwe di navbera 1-2 tl de difroşe.
(mae)