Ji bo çanda dengbêjiyê xebateke pîroz
OZGUR PAKSOY
ŞIRNEX (DÎHA) - Çanda dengbêjiyê xwedî dîrokek kevnar be jî di demên dawiyê de ber bi windabûnê ve diçe. Dengbêj û xebatkarê zimanê kurdî Muhyedîn Duymak ji bo ku çanda dengbêjiyê winda nebe bi salan e li ser kilamên dengbêjiyê xebata berhevkirinê dike û 650 stranên ku kom kirine dê demek nêz de werin çap kirin.
Li Kurdistanê dema qala dîrokê tê kirin di hişê mirov de çanda devkî a gelê kurd bi cih dibe. Hema bêje hemû diroka kurdan li ser stranên dengbêjiyê gehiştiye roja me ya îro. Di nav kurdan de dengbêjî bandorek xwe ya ewqas girîng heye ku mirov dikare hemû çand û hunera gelê kurd ji berhamên stranbêjiyê fêr bibe. Xebatkarê Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Cizîrê Muhyedîn Duymak di zaroktiya xwe de ji malbatê fêrî dengbêjiyê dibe û îro jî ji bo ku çanda dengbêjiyê ber bi windabûnê ve neçe dest bi komkirinan stranên dengbêjiyê kiriye.
Duymak bi lêv kir ku ew 8 sal e bi berhevkirina klaman re mijûl e, li ser pênasekirina dengbêjiyê got ku dema mirov dibêje dengbêjî dayik tên bîra mirov û wiha axivî: "Ji ber ku berhemên dengbêjiyê dayikan parastine û heya roja me ya îro vegotine. Dengbêjî êş û janên gelan, şahî û şînên gelan dîsa çanda gelan dide nasîn. Gelên ku di çanda wan de dengbêjî heyî hema bêje hemû serpihatiyên jiyana xwe bi dengbêjiyê tînin ziman."
'Li ser bangewaziya Hozan Şemdîn min dest bi vê xebatê kir'
Duymak bi lêv kir ku wî di zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye, her wiha bi vê ve girêdayî fikra xebata berhevkirina stranan jî derketiye holê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di salên ku ez tevli siyasetê bûm min demekê êdî dengbêjî nekir. Di sala 2008'an de Hozan Şemdîn ji bo dengbêjan bangewazî kir ku her kes li herêma xwe xwedî li çanda dengbêjiyê derkeve. Min jî li ser vê bangewaziyê dest bi xebata berhevkirinê kir."
Armanc arşîva pêşorejê ye
Duymak der barê berhevkirina stranan de da zanîn ku armanca wî ew e ev çand winda nebe û wiha pêde çû: "Hemû çand û hunera me di nav dengbêjiyê de veşartî ye. Ez bi taybetî li ser stranên ku heya niha nehatine gotin an jî nayên zanîn dixebitim û armanca min ew e ku ev berhevkirin ji bo paşerojê weke çavkanî bimînin."
Qasî 650 stran berhev kir
Duymak destnîşan kir ku heya niha zêdetirî 650 stran ji herêma Botanê kom kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi taybetî ez zêdetir li ser stranên min di dema zarokatiyê de guhdar kirine disekinim. Her wiha radyoya Êrîvanê û qasetên dengbêjan jî min weke çavkanî girt dest. Dîsa li derdora min jî gelek çavkanî hebûn û min bi vî awayî zêdetirî 650 stran kom kir û di demên pêş de bên çap kirin."
Berhevkirin û li ser dîrokê rawestîn
Duymak diyar kir ku ji bilî berhevkirina stranan di heman demê de li ser dîroka stranên kom kirine jî lêkolînê dike û axaftina xwe wiha domand: "Tenê stranan berhev nakim. Di heman demê de miqamê tê gotin û dîroka van stranan ji ku tê. Ez vê yekê jî lêkolîn dikim û heya niha min nêzî 30 stranan lêkolîn kirine."
'Bila ciwan xwedî li dengbêjiyê derkevin'
Duymak herî dawî bang li ciwanên kurd jî kir ku ew xwedî li çanda dengbêjiyê derbikevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Weke bangewaziyekê em hêvî dikin ku ciwanên me xwe bigehînin stranên dengbêjiyê û xwedî li dengbêjiyê derkevin. Beriya niha qet xebat li ser dengbêjiyê tunebûn. Di van demên dawî de hin xebat tên kirin lê ev yek jî qels e. Divê hê pêtir xebat û xwedîlêderketin hebe."
(ozp-no/ms)