DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Dê berxwedana Sûrê bibe çavkaniya afrandina hunerê'

 
6 Tebax
09:17 2016

AMED (DÎHA) - Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê piştî 8 mehan dest bi xebatên hûnerî kir. Hunermen Mesut Gever diyar kir ku berxwadana Sûrê gelek bandor li ser xebatkarên wan kiriye û nirxandina "Dê berxwedana Sûrê bibe çavkaniya afrandina hunerê" kir.

Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê piştî dorpêça 8 mehan a navçeya Sûrê ya Amedê û malovaniya nobeta malbatên ciwanên di Sûrê de jiyana xwe ji dest dan kir ji nû ve dest bi xebatên hunerê kir. Avahiya navenda çandê ya ku wek hemû xaniyên Sûrê para xwe ji êrîş û guleyên hêzên dewletê girt, li aliyê din jî para xwe ji berxwedana bê hempa jî girt.

‘5 mehan bû qada berxwedanê’

Piştî dorpêçê xebatkarên navenda çandê, xebatên çandî li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê pêk anîn. NÇHDF’ê 5 meh malovanî ji bo malbatên ku ji bo cenazeyên zarokên xwe yên di nava Sûrê de nobet girtin kir. Heta ku malbatan cenazeyên zarokên xwe girtîn çalakiya xwe ya li navendê berdewam kirin.

Endamê NÇHDF’ê Mesut Gever diyar kir ku her çendî di dema berxwedana Sûrê de xebatên hunerî li NÇHDF’ê nekiribin jî navend wek qada berxwedanê hat bikaranîn.

Atoliye ji tembur, gitar, erbane û kemanê pêk tê

Piştî çalakî bi dawî bû şopên şer ên li NÇHDF’yê mayîn hatin rakirin û dest bi girtina qeydên kesên dixwazin dest bi karê hunerî bikin kir. 20 roje ku NÇHDF qeydên kesên diwazin xwe di beşên hunerî de pêşbêxin digirin. Ji beriya cejnê qeydên mezinan û piştî cejnê jî qeydên zarokan hatine destpêkirin. Atoliye ji bo beşên gitar, saz, erbane, keman tên amedekirin. Heman demê de koroya Dîcle û Firatê ya pirzimanî stran digot dest bi xebatên xwe kiriye. Li aliyê din jî ji bo tevlîbûna atoliyan serlêdan hene. Sinorê hêjmara atoliyan 20-30’an de ye.Gever da zanîn ku perwerdeya wan 4 mehe lê kesên ku bixwazin profesyonel bibin dikarin perwerdeya xwe berdewam bikin û ji wan kesan koroyek ava bikin.
‘Dê deruniya şer bi hunerê derbaz bibe’

Gever anî ziman ku ji ber ku şerê Sûrê herî zêde bandor li ser zarokan kir, dê ew giringiyê bidin zarokan û wiha got: “Koroya zarokan a Sûrê hebû zarokên Sûrê bûn, demek dirêje kar nakin. Derûniya şer dikare bi hunerê derbaz bibe. Dê zarok li gorî xwesteka xwe beşên hunerê hilbijêrin.”
‘Dê berxwedana Sûrê bibe çavkaniya afrandina hunerê’

Gever destnîşan kir ku xebatkarên wan ji berxwedana Sûrê pir bandor bûn û gotinên xwe wiha bi dawî anî: “Dê berxwedana Sûrê bibe çavkaniya afrandina hunerê.”

(bî-rd/sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN