DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Newayeke cergebez û sewteke mezopotamyayî; Aramê Tîgran

 
7 Tebax
10:01 2016

RÊDÛR DÎJLE

AMED (DÎHA)
- Di parastina xwemaliya muzîk û zimanê kurdî de, bi qasî kurdan para hin zana û ferdên ermenî jî heye, ku di dawiya sedsala 19’emîn û di sedsalên 20, 21’emîn de ev bi awayekî aşkereyî xwe dide der. Yek ji van hunermend û zanayê muzîkê jî bêguman Aramê Tîgran e. Ku li ser asasên felsefeya muzîka Komîtasê muzîkolog bi newaya xwe yî cergebez û dawidî, bi awayekî sanayî kiraseke Mezopotamyayî li sewta muzîka kurdî fesilandiye.

Di dawiya sedsala 19’emîn û di sedsalên 20-21’emîn de dema mirov li dîrokçeya muzîk û zimanê kurdî dinihêre, di warê parastin û geşedana wê de bi awayekî aşkereyî leqayî para hin zana û ferdên ermenî tê. Ku kesên wek Sogomon Kevork Sogomonyan Komîtas Vardabet, Garabet Khaçhatûrîan (Qerapetê Xaço), Aram Îlîtch Khachatûrîan, Avetîk Isahakîan, Hrachîa Nersîsîan, Aramê Tîgran hwd. di vî warî de berhemdariyên hêja dane der û li nêv rûpelên hunera kurdî navê xwe bi cih kirine. Ji van kesan Qerapetê Xaço, bi dengbêjiya xwe yî çarenûsa erdnîgariyeke komkujî û sirgûnan; Komîtas, bi xebatên xwe yî berhevkarî, zanistî û akademîk yên di warê muzîka kurdî de; Aramê Tîgran jî, di muzîka xwe de pratîka hunerî ya teoriya muzîka Komîtas ê ku di sedsala 19’emîn de gund bi gund digere û bi hezaran stranên kurdî berhev dike, notaya wan çêdike û li Zanîngeha Qiraliyeta Kaîser Fredrîch Wîllelm a Berlînê doktora dike û di beşa Muzîkolojiyê de teza wî tê qebûlkirin, bi awayekî çak li muzîka xwe bar dike û li ser van asasan ji kelepûra helbesta kurdî ya klasîk û modêrn şêweyeke aramî û koroyî diafirîne.

Tîgran sewteke Mezopotamyayî ye

Di vê bargehê de, heke ji jêderên muzîka neteweyî, rêgeza herî xurt ziman be nexwe kesên herî zêde bi zimanekî diyar hunera xwe yî muzîkî îcra û şîrove bikin, hunera wan aîdiyeta wî zimanî digire. Dema meriv ji van kesan guhdêriya Aramê Tîgran dike, li gor lêkolînan di 53 salên wî yê muzîkê de leqayî 237 berhemên kurdî (ku ji van 7 jê bi zaravayê zazakî ne), 150 jê erebî, 30 jê tirkî, 10 jê suryanî, 8 jê yûnanî, gellek jê ermenî bi giştî 650 berhemî tê. Ev dîmen jî dide der ku Tîgran bi taybet bo kurdî, lê bi giştî newayeke cergebez û sewteke Mezopotamyayî û koroyeke neteweyên ku çarenûsa wan her li jenosîdan alîqî maye, ye. Ku di vî warî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî di dema koça dawî ya Tîgran de diyar dikir ku Tîgran bilbilê Rojhilata Navîn e, lew bi gellek zimanan distiriya û wiha gotibû, “Dema min li Enqereyê cara ewil di radyoyê de guhdariya dengê Aram Tîgran kir min gotibû, ‘Divê ev deng nemire, her azad bimîne. Lew dengê wî dengekî dawidî ye, tenha ye.’ Yê ku berê min da Kurdistanê ev deng bi xwe bû. Ji ber vê nikarim bo Aram bibêjim miriye. Ew şehîd e, nemir e. Divê bîranîna wî her bê jiyîn”

Dengê ûdê tîna wî neşikand, berê xwe da cimbişê

Aram Tîgranê ku digot, heke careke din werim dinyayê ez ê hemû tank, top û çekan bihelînim û wan bikim cimbiş û zirne,bi mizraba cimbişa xwe ji ahengan, ahenga herî nazenîn û tenha li kurdî zêde kir û Tîgranê ku ji hêla xwe ve hemû derî li ser pêkûtiyên asîmlasyonî girt, di 15’ê Çileya 1934’an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe. Bavê wî Ardeşîr ango Sarkîs bi awayekî dîtir Mêloyê Sakê bi eslê xwe ji herêma Farqînê (ku hin çavkanî dibên Sason) ye û dayika wî Xîldayê jî ji kirmancên Pasûra Amedê ye. Piştî jenosîda 1915’an malbata wî ji hêla malbateke kurd ve, ji qirkirinê xelas dibe. Di vê baregehê de Tîgran di maleke bi kurdî lê tê axaftin mezin dibe, guh dide nesîhetên bavê xwe yê bilûrvan û berê xwe dide çand û muzîka kurdî. Di 6 saliya xwe de li ber destê bavê xwe hînî ûdê dibe. Piştî li Qamişloyê xwendina xwe yî lîseyê temam dike, 3 salan jî tehsîla bilind dixwîne. Piştî demekê li gel kesên zana dersên ûdê digire û bi awayekî pirspor fêrî ûdê dibe. Lê ji bo Tîgran debara xwe bike, di salên xwe yî 20’î de li dawet û şahiyan distrê. Cara ewil konsera xwe di Newroza 1953’yan de li dar dixe. Tîgran pisporê ûdê bû û herî zêde di warê formata gelêrî de hunera xwe îcra dikir, ji ber dengê vê amûrê tîna wî naşikîne, berê xwe dide cimbişa ku dengê wê hîn zêde û bilindtir. Di sala 1966’an de tevî malbata xwe koçî Ermenistanê dibe. Li Ermenistanê di Radyoya Yêrîvanê ya ku di sala 1955’an di bin banê rêvebiriya Casimê Celîl de hat vekirin de, di Beşa Kurdî de dixebite û cara ewil bi awayekî cidî di warê muzîkê de li vir perwerde dibe û li vir di muzîka kurdî de stîleke nû ya koroyî diafirîne. Tîgran heta sala 1984’an li radyoyê dixebite û di sala 1995’an de berê xwe dide Ewropayê û piştî demeke kurt li Atînaya Yewnanistanê bi cih dibe. Di sala 2006’an de ji bo mihrîcanekê cara ewil hat Amedê û dema hat cara ewil çû serdana gundê bavê. Piştî sê salan ango di 6’ê Tebaxa 2009’an de Tîgran nerhet dibe û di 8’ê Tebaxê de li nexweşxaneyeke Atînayê di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Sihra polîtîkayên bişavtinê şihitand

Berî ku jiyana xwe ji dest bide daxwaz dike, wî li Amedê veşêrin, lê li gel hemû hewldanên malbata wî û sazî û dezgehan jî Wezareta Karên Hundir û Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi hinceta ne welatiyê Tirkiyeyê ye û heke li Amedê bê definkirin dê li Tirkiyeyê ‘bo provakasyonan bibe zemîn’ destûr nehat dayîn û li ser vê li Brûkselê hat definkirin. Têkildarî vê dema meriv li dîroka Tirkiyeyê dinihêre, di salên 1930’yî di baregeha Plana Şark Islahatê de ji hêla Wezareta Karên Derve ve fermanên bişavtinê dişînin Kurdistanê û bi van fermanan ji bilî pesindayîna ziman û çanda tirkî, hemû çand û zimanên din tên reşkirin û biçûkxistin. Îjar ji ber Tîgran li dijî vê torê her bi ûd û cimbişa xwe, bi oktaveke bilind û berfireh mizrab li têlan xist û bi stranên xwe yî sirgûnî û li gel vê yên bextewarî û şahiyê, sihra van polîtîkayan şihitand daxwaza wî bi cih nehat, da ji înkara qirkirinên di navbera 1894-96 û 1923’yan de tu şop nemîne.

Aram Tîgran 14’emîn berhema xwe di 74 saliya xwe de derxist, gellek berhem û stranên mayîn de yên wek; Zimanê Kurdî, Çiyayê Gebaro, Ez Kurdistan im, Bilbilo, Wexta Zerya Nîşan Kirin, Em Hatin, Kula Dilê Min Welat, Şev Çû, Ay Dîlberê, Diçim Diçim Nema Têm, Te Ez Kal Kirim, Xemilî Zozan, Sebra Dila, Pêşiya Malê hwd. bi newa û noteyên xwe li kelepûra muzîka kurdî zêde kir. Her wiha gellek berhemên wî yên hin muzîka wan û yên hin gotinên wan aîdî wî bûn, di repetûara TRT’ê de wek ku malê kelepûra muzîka tirkî bin hatine wergerandin û desterkirin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN