Pêşangeha 'Kîjan Kolan, Kîjan Huner?'

27 Tebax
09:25
2016
AMED (DÎHA)- Wênesaz û peykertraşê kurd Seywan Seîdiyan, bi berhemên xwe yê ji xurde û bixuran li Kolana Hunerê bi navê "Kîjan Kolan, Kîjan Huner?" pêşangehekê vedike.
Wênesaz û peykertraşê kurd Seywan Seîdiyan ê ji Rojhilatê Kurdistanê ye û zêdeyî salekê ye li Amedê dijî û peykertraşiyê dike, pêşangeheke peykervaniyê li dar dixe. Seîdiyanê ku maleke kevn î ji keviran veguherandiye atolyeyê û li vê atolyeyê ji xurde û bixurên hesinî peykeran çêdike, li Kolana Hunerê bi navê "Kîjan Kolan, Kîjan Huner?" bi pêşandana berhemên xwe yê peykerî pêşangehekê peykervaniyê vedike.
Pêşangeha peykervanî ya Seîdiyan, dê di navbera 26 - 31'ê tebaxê de li semta Ofîsê ya Amedê vekirî be.
(red/mae)