Li Geverê pêşengên avakirinê jin in
COLEMÊRG (DÎHA) - Li Geverê jinên pêşengiya berxwedanê kirîn, niha jî di avakirinê de pêşengiyê dikin. Jinên bi slogana, "Hişmendiya zilam Gever xirab kir" xebatan dimeşînin banga, "Berî zivistan bê em Geverê ava bikin" kirin.
Xebatên avakirinê yên li Navçeya Gevera Colemêrgê berdewam dikin. Jinên bi alîkariya Yekîtiya Şaredariyên Başûrrojhilat (GABB), Komeleya Alîkarî û Hevgiriya Rojava û Şaredariya Geverê brîket û çîmento girtine, di xebatên avakirinê de bi awayek dildar cih digirin. Endama Ciwanên Demokratîk a Nû (YDG) Selma Demîr diyar kir ku ji bo alîkariyê ji Hollandayê hatiye û wiha got: "Ev hefteyek e, ez li Geverê me. Ji bo tespîtkirina tahrîbatê ez çûm, cem malbatan. Di warê ji nûve avakirinê de alîkariya jinan zêdetir e. Ji ber ku têkiliyên jinan ên civakî xurttir in, li vir di nav gel de ne. Ji ber ku em bi nasnameya xwe ya jin tev li xebatan bûn, gelê Geverê kêfxweş bû. Jin di hemû aliyên avakirinê decih digirin. Jinên mexdûrên pergala dewletî ne, Geverê ava dikin."
'Berî zivistan bê divê em Geverê ava bikin'
Demîr daxuyand ku di dema avakirin û restorekirinê de li Geverê pêşdarazên li dijî jinan, têk çûne û ev tişt gotin: "Niha jin zêdetir dixebitin. Cejne Heciyan jî nêzîk dibe. Ji bo vê pêwistî bi zêdetir alîkariya jinan heye. Jinên di cejnê de bi destûr in, divê bên vir û alîkariya me bikin." Jina bi navê Nafiye Turgut ku li Taxa Dizê rûdine, diyar kir ku hêviya wê jî jin in. Turgut wiha pêde çû: "Divê jin dest bidin hev. Avakirin û ji nûve afirandin bi jinan dibe. Berî zivistan bê divê em Geverê ava bikin. Ji bo vê ez herkesî gazî dikim Geverê dikim."
Jinan Gever terk nekir
Adîle Şah jî derbirî ku di saya Kampanyaya Malbata Xwebiratî de jiyana xwe didomîne û ev tişt gotin: "Ji mala min tenê kîler saxlem ma. Ez û 6 zarokên xwe di kîlerÊ de dijîn. Di saya Kampanyaya Malbata Xwebiratî de em li ser piyan dimînin. Ligel hemû êrîşan jî jinan Gever terk nekir. Di dema xirabkirina Geverê de jî jin li vir bûn. Niha dewlet TOKÎ'yan li ser me ferz dike. Ji bo em biçin TOKÎ'yan dewlet malên me xirab dike. Tenê darek jî ji mala me bimîne, em dê li vir bin. Em axa xwe terk nakin. Em destûr nadin malên me bên xirabkirin. Em alîkariya wan naxwazin. Hişmendiya zilam Gever xirab kir, jin geverÊ ava dikin."
(eb)