DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Zixurên Xinûsê li benda danasînê ye

 
8 Îlon
09:58 2016

ERZIROM (DÎHA) - Xizurên (kanyon) xwezayî yên li navçeya Xinûsa Erziromê bi salan e li benda danasînê ne.

Zixurên li navçeya Xinûsê ya Erziromê bi salan e nehatine nasandin, wekî buhiştên veşartî yên Kurdistanê ne. Zixurên ku di aliyê tûrîzmê de danasiya wan nehatine kirin, bi salan e ji tûrîzmê re nehatine vekirin. Ev zixurên xwezayî yên li ser Çemê Xinûsê, di navbera taxa Kîlîsedere û Keleya Xinûsê de cih digire. Di newala zixurê de dêreke ermeniyan hatiye çêkirin, ev dêr di serdema Selçukiyan de hatiye restorekirin û wekî Mizgerta Ulu hatiye guhertin.

'Xinûs cihekî resen e'

Endamê Komîteya Ekolojiyê ya KCD'ê Îrfan Keskîn der barê zidurên navçeyê de agahî da, diyar kir ku navçe şûnwarekî resen e û der barê taxa Kîlîsedereyê de ev tişt got: "Ji ber ku berê li vê herêmê 2 dêr hebûn, navê vê herêmê wekî Kîlîsedere te gotin. Lê navê wêyî niha taxa Koprubaşi ye. Dêrên li vir tenê nehatine rûxandin, di heman demê de navên wan jî hatine guhertin. Dêra berê niha kirine mizgeft."

'Divê danazîna van zixur bên kirin'

Keskîn aşkera kir ku zixurên Xinûsê gelekî balkêş in, divê bi cîhanê bidin naskirn û wiha pêde çû: "Zirurên herî balkêş li Xinûsê ne. Ev zixur di serdema çaremîn a jeolojîk de pêk hatine. Ji ber av û bayê pêk hatine. Bedewiyên xwezayê ne."

'Divê ji tûrîzmê re bê vekirin'

Keskîn aşkera kir ku divê ev herêm ji tûrîzmê re bê vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev xweşikbûna xwezayê hêj ji UNESCO'yê re danasîna wê nehatiye kirin, divê ev herêm ji tûrîzmê re bê vekirin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN