DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Ev baxçe kaniya şîfayê ye

 
9 Îlon
12:05 2016

SERHAT WELAT DAGDELEN

WAN (DÎHA)
- Meclîsa Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya ya Wanê, gelek cureyên tovên nebat û gihayên xweser ên li Kurdistanê kom kirin û "Baxçeyê Şîfayê" ava kir. Berhemên van nebatan dê li "Dermanfiroşên Tenduristiyê" bê pere li nexweşan bê belavkirin.

Meclîsa Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya ya Wanê, bi boneya cureyên nebatên li Kurdistanê biparêze û li dijî nexweşiyan depoya nebatên tenduristiyê ava bike, gelek cureyên tovên nebat û gihayên xweser ên li Kurdistanê kom kirin û "Baxçeyê Şîfayê" ava kir. Meclîsa Ekolojiyê di çarçoveya projeyê de li taxa Suphan a Artemêtanê de "Baxçeyê Şifayê" ava kir. Li baxçe dê tovên hemû cureyên nebatên li kurdistanê bên komkirin û çandin. Meclîsê heta niha nêzî 50 cureyên nebatan kom kirine û li baxçe biçînin. Piştî çandinî û çinîna van nebat û berheman dê wekî dermanên xwezayî û biyolojîk li Dermanfiroşên tenduristiyê bên belavkirin û bi awayekî bê pere li nexweşan bê belavkirin. Dê li Wanê "Dermanfiroşên Tenduristiyê" bên vekirin û ev nebat li van deran bên belavkirin.

'Kurdistan ji bo dermanên xwezayê xezîne ye'

Endame Meclîsê Arif Acar, diyar kir ku heta niha tovên 50 nebati kom kirine û armanc dikin ku tovên hemû nebatên Kurdistanê kom bikin û li Baxçeyê Şîfayê kaniya şîfayê ava bikin u wiha got: "Axa Mezopotamya di aliyê nebatan de çavkaniya derman û teduristiyê ya xwezayi ye. Pîr û kalên me berê hemû dermanên xwe ji van çiyan kom dikirin. Em hemû nebatan kom dikin û dê li Baxçeyê Şifayê biçînin.

Em dê dermanfiroşa tenduristiyê ava bikin

Acar, da zanîn ku piştî nebat çandin dê Dermanfiroşên tenduristiyê ava bikin û li van dermanfiroşan nebatên şîfayê belav bikin.

Endama Meclîsê Arzu Dinçer jî anî ziman ku ew bi "Baxçeyê Şîfayê" armanc dike ku li dijî tenduristiya endurstrîyel tenduristiya ekolojîk û xwezayî ava bikin. Dinçer, da zanîn ku ew dixwazin termankirin û tedawiya xwezayî û bi nebatên xwezayî pêş bixin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN