DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Li peravên Antalya ne turîst, polîs hene!

 
10 Îlon
10:35 2016

ANTALYA (DÎHA) - Polîtîkayên Hikûmeta AKP'ê yên derve û hundirîn turîzmê anî asta tunebûnê. Li gorî zanyariyên Banqaya Turîzmê, di 8 mehên ewil ên sala 2016'an de 3 milyon û 700 hezar turîst kêm hatin bajarê Antalyayê.


Polîtîkayên AKP'ê yên şer aboriya Tirkiye anî ber asta têkçûnê. Piştî hewla derbeyê ji karavêtina hezaran kedkar û destpêkirina 'Neçîra pîrebokan' a li hemberî kedkaran piyasayên Tirkiye anî ber asta îflasê û di warê dan û sitandinê de piyasa rawestiya.

'Tevger tune ye'

Ligel ku destûra cejna qurbanê wekî 9 rojan hat diyar kirin jî tevgera ku li bendê bû pêk nihat. Malbatên derketin destûra betlaneyê li şûna biçin warên turîzmê diçin cem malbatên xwe yên nas û betlaneya xwe bi vî awayî derbas dikin.

'Li kolanan polîs hene lê aramî tune ye'

Bi boneya destûra cejna qurbanê li otogarên bajarên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi hinceta ewlehiyê hezaran polîs hatin peyvirdarkirin û vê yekî di nava gel de rê li ber gûmana dibe ku bombeyek biteqe vekir. Ev tedbîr li bajarên peravê wan bi deryayê re hene jî hatin girtin û ji ber vê yekî li van bajaran jî fikarên teqîn pêk bên pêşketin.

'Îdiaya karmend întîxar dikin, an jî direvin'

Karmendên ku bi hêviyek mezin mehên havînê pêşwazîkirin ji ber tevgera ku li bendê bûn pêk nihat hatin ber îflasê. Li Konyaaltıya navdar a Antalyayê ku bi dehan otel lê ne ji ber turîst nihatin tev vala man û her wiha bi erzaniyek mezin dest guhertin. Her wiha hate îdiakirin ku gelek xwediyên kargeriyan jî ji ber krîza tê jiyîn întîxar kirin û ji ber deynan gelek karmend jî mal û milkên xwe li pey xwe hiştin û reviyan.

'Nêzî 4 milyon turist windahî heye'

Li gorî zanyariyên Banqeya tûrîzmê ku nîv fermiye di nava du salên dawî de bajarê Antalya yê 4,2 milyon turist windahî heye. Her wiha li gorî zanyariyan di 8 mehên ewil ên sala 2016'an de jî windahî wekî 3 milyon û 700 hezar turist tê hesabkirin. Ji ber krîza xistina balafira Rusyayê jî windahiya tûrîstên Rûs ji sedî 97 tê xwiyakirin, ligel hevdîtinên bi Rusya re ligel ku hatina tûristan a Tirkiye serbest hat berdan jî hatina turîstan pêk nihat.

'Li hala fêkiyan jî krîz heye'

Ligel qada turîzmê li hala fêkiyan jî hema krîz heye. Li gorî agahiyên ji esnafên halê hatin wergirtin li gorî salên borî danûsitandin gelek kêm bû ye û ji ber vê yekî gelek kargerî hatine girtin. Her wiha esnafên halê diyar kirin ku ger krîz bi vî awayî berdewam bike ewê hezaran welatiyên karê hilberîneriyê dikin jî ji vê krîzê bandorê bigirin û hat gotin ku ewê jî zirarek mezin bibînin.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN