Li Dêrsimê nîvê mamosteyan ji kar hatin derxistin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Derket holê ku zêdehiya mamosteyên ji kar hatin dûrxistin mamosteyên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê peyvirê dikin in.
Wezareta Perwerdehiye ya Tirkiyê roja 8 Îlonê biryara ji kar derxistinê ji bo zêdetirî 14 hezar mamostayan da. Zêdehiya mamosteyan jî ji Bakûrê Kurdistanê ne.
 
Piştî hewla derbeyê ligel ku operasyonên binçavkirin, girtin û ji kar avêtinê li hemberî kesên nêzî cemaetê hat destpêkirin jî, Hikûmeta AKP'ê niha jî berê xwe da kedkarên cemaweriyê yên Kurd.
Yek ji bajarên herî zêde mamoste ji kar hatin derxistin bajarê Dêrsimê ye. Li Dêrsimê ji 950 mamostayan 504 ji kar hatine derxistin. 
Li gorî agahiyên ji Egîtîm Sen'ê hatin wergirtin hejmara mamostayên ji kar hatine derxistin wiha ne:
 
Ji 11 hezar û 301 kesan, 9 hezar û 843 mamoste yên Egitim Senê ne.
Amed 4313
Mêrdîn  1780
Êlih      946
Wan  733
Dêrsim  504
Semsûr  466
Riha  462
Xerpêt  99
Bêdlîs  97
 
Mamosteyên biryarê şermezar kirin li gelek bajaran dadikevin kolanan û biryarê protesto dikin. 
Dîsa çav li rê ye ku piştî ji kar avêtina mamosteyan gelek kedkar û karkerên Kurd ên di saziyên dewletê de dixebitin ji kar bên avêtin.
(ot)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							