DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Waliyê Îzmirê Konsera NÇM'ê qedexe kir

 
11 Îlon
16:12 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) bi boneya alîkarî û piştevaniya gelê Cizîr Nisêbîn û Sûrê xwest di 18'ê Îlonê de konserê bide gel. Lê Walîtiya Îzmirê bi hinceta OHAL'ê konser qedexe kir.

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) xwest bi konserekê piştgiriyê bide gelê ku ji aliyê dewletê ve hatine mexdûr kirin. NÇM'ê boneya alîkarî û piştevaniya gelê Cizîr Nisêbîn û Sûrê xwest di 18'ê Îlonê de bi silogana "Ji Cizîrê heta Nisêbînê em bi azadiya xwe Sûrên Jiyanê ava bikin" konserê pêk bîne. Lê Walîtiya Îzmirê bi hinceta OHAL'ê konser qedexe kir. NÇM'ê li avahiya xwe daxuyanî da û biryara walîtiyê şermezar kir. Di civîna çapemeniyê de Hevserokên HDP'ê yên Îzmirê amade bûn. Hunermenda NÇM'ê Leyla Akcan, diyar kir ku wekî hunermendên NÇM'ê vê biryarê şermezar dikin û ev qedexe tê wateya gedexeya alîkariya jibo gelê Cizîr, Sûr û Nisêbînê.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN