Di konê berxedanê de cejn pîroz kirin
 
								
							12 Îlon
									
										13:13
										2016
									
								STENBOL (DÎHA) - 330 karkerên şaredariya Avcilarê ku Şaredariya CHP'î ew ji kar avetine, cejna xwe di konê berxwedanê  de pîroz kirin. 
330 karkerên Şaredariya Avcilar a CHP'î ku ji kar hatibûn avêtin Cejna Qurbanê di konê berxwedanê de pîroz kir. Karkerên paqijiyê Cejna Qurbanê di bin kon de pîroz kirin û zarokên xwe di konên berxwedanê de pêşwozî kirin. Şaredariya CHP'ê bi hinceta endamên sendîkaya Belediye-Îş'ê ne ew ji kar dûr xistibûn. Berxwedana karkeran di roja 133'an de berdewam dike. Karkerên ku di konê berxwedanê de cejn pîroz kirin bi hevre wêne kişandin.  Karkeran diyar kirin ku heta ew mafê xwe bi dest bixin tê têkoşîna xwe berdewam bikin û dest ji mafê xwe bernadin. 
(mae)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							