DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Qeyûm destserkirina vîna jinê û pergala hevşaredariyê ye'

 
14 Îlon
09:14 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li hemberî tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku desteserkirina 24 şaredariyan jibilî êrîşa li dijî vîna gelê kurd di heman demê de desteserkirina pergala hevşaredariyê û vîna jinê ye.

Li hemberî desteserkirina şaredariyên DBP'ê de nerazîbûn didomin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Koçyîgît û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak destesarkirina şaredariyan nirxandin. Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît der barê pêkanînên hikûmeta AKP'ê û Qesrê de diyar kir ku tiştên ku îro tên jiyîn ji yên derbeya 12'ê Îlonê xeteretir in û wiha axivî: "AKP’ê dibêje me di 15’ê Tîrmehê de pêşî li darbeyê girt lê tişta ku îro ew dikin derbe bi xwe ye. Îro 36’emîn salvegera derbeya 12’ê Îlonê ye. Pêkanînên AKP’ê ji yên 12’ê Îlonê taloketir in. Di pergalên demokrasî û hiqûqê de pêkanînên îro AKP li dijî gelê kurd û rêxistinên wê dike nayên kirin. Bi KHK’yan dest danîn ser şaredariyên kurd, dîsa bi dehezaran karker ji karên wan avêtin. Ger di 15’ê Tîrmehê de derbe pêk hatiba da tiştên ku îro AKP dike pêk hatiban."

'AKP dixwaze civakek bê kurd ava bike û ev kiryar jî destpêka vê yekê ne'

Koçyîgît da zanîn ku destdanîna li ser şaredariyan berdewama qirkirina siyasî ya li dijî vîna gel e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev tê wê wateyê ku li vî welatî gelê kurd û tirk ne wekhev in. An jî gelê tirk û gelên din ji aliyê wekheviyê ve ne xwedî heman mafan e. AKP bi van kiryarên xwe dibêje ez vîna gelê kurd nasnakim, ez şaredar, parlementer, rojname, rojnameger û karkerên kurd nas nakim. AKP dixwaze di her qada dewletê de kurdan li derve bihêle. AKP dixwaze civakek bê kurd ava bike û ev gavên tên avêtin jî destpêka vê daxwaza AKP’ê ye."

'Rêbazên AKP bikar tîne asta faşîzmê nîşan dide'

Koçyîgît gotinên rayedarên hikûmetê yên, "Dê destdanîna ser şaredariyan berdewam bike" bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dest danîne ser 24 şaredariyên me û dibêjin dê ev yek berdewam bike. Her çiqas hiqûqê û mafan bin pê bikin jî di van şaredariyên me de tu sûc nehatiye kirin û ger rayedarên wan di lêkolînên xwe yên li ser şaredariyan tenê delîlek jî dîtiban heya niha ranediwestan. Dema ku delîlek sûc nebînin mijarê rast e rast bi, ‘terorê’ ve girê didin û bi vê yekê dixwazin him gel him jî raya giştî bixapînin. Rêbazên ku AKP serî lê dide dide xuyakirin ka li Tirkiyeyê faşîzm hatiye kîjan astê."

'Bi qeyûman pêşî li xwe îfadekirina jinê tê girtin'

Koçyîgît destnîşan kir ku destdanîna li ser şaredariyan heman demê destnîna li ser vîna jinê ye û wiha pêde çû: "Bi riya kayuman destdanîna ser şaredariyan di heman demê de destdanîna li ser vîna jinê ye jî. Şaredariyên me ji bo demokrasiya herêmî pêş bêxin dixebitin û bi nêzîkbûnek birdozî pêşî li vê yekê hatiye girtin. Ev êrîşa li ser şaredariyan êrîşa li ser azadiya jinê, wekheviya jin û mêran e jî. Bi vê yekê pêşiyê li xwe îfadekirina jinê tê girtin û xwe îfadekirina civakê jî tê astengkirin. Divê her qada civakê li hember vê derbeyê derkeve. Bi taybetî jî divê jin li hember van pêkanînan rawestin.

'Şaredarî ji bo civakê dixebite û carna hewceyî bi avahiyan nake'

Koçyîgît herî dawî got ku ji bo xizmeta gel hewceyî bi avahiyan nake û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em îro dixwazin demokrasiyekê bidin rûniştin û şaredarî saziya herî nêz a vê demokrasiyê ye. Ji ber ku şaredarî nêzî civakê ye. Şaredarî ji bo civakê dixebite û carna hewce nake ku avahiyek a şaredariyan hebe. Dibe ku avahiyên şaredariyên me hatibin dagirkirin lê divê hevşaredarên me, xebatkarên şaredariyê û gelê me bi hev re li hember vê yekê rawestin. Em dixwazin xweseriya demokratîk ava bikin û ji îro pêde peywira dikeve ser hevşaredar, karker û gelê me pêşxistina vê pergalê ye."

'Tenê di dema derbeyan de destdanîna li ser vîna gel pêk tê'

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî got ku tenê di dema derbeyan de kesên hatine hilbijartin ji peywirê tên girtin û wiha axivî: "Her çiqas wekî qeyûm bê binavkirin jî rastiya wê ew ku deshatiye danîna ser şaredariyan. Ji ber ku şaredarê ku bi rêjeyek ji sedî 90'ê dengê gel girtiye hatiye hilbijartin îro ew şaredar nayên naskirin û li cihê wan qeyûm tên bicihkirin. Di bin navê qeyûm de tîmên taybet di şaredariyan de hatine bicîhkirin. Di şaredariyên ku qeyûm hatine bicihkirin de kesek sivîl nîne, ev jî tê wê wateyê ku ev yek darbeyek e. Heta darbeyekî sivîl e. Ji ber ku tenê di dema darbeyan de rêveberên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin tên desteserkirin. Ji ber vê çendê ye ku hem di aliyê siyasî de hem jî bi awayek aşkere diyar e ku em rewşekî darbe jiyan dikin. Ev tişt nayê qebûlkirin, tu kes nikare bi zorê û bi tundiyê vîna gel teslîm bigire. Pir caran ev yek ceribandin lê nekarîn vîna gel teslîm bigirin."

'Ev yek ji bo îradeya jinê jî darbeyek e'

Kişanak bi lêv kir ku kayyum derbeyek li hember vîna jinê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev yek ji bo îradeya jinê jî darbeyek e. Ji ber ku di tevayî şaredariyên me de pergala hevşaredariyê hatibû rûniştandin. Bi cihkirina kayyuman di rastiyê de tê wateya mudaxelekirina vîna jinan. Mînaka vê ya herî berçav jî binçavkirina hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret e. Ne pêkane ku jin vê yekê qebûl bikin. Wê jin heya dawiyê mafê xwe yê rêvebirinê bikar bîne."


Kişanak diyar kir ku dewlet dixwaze raya giştî bixapîne axaftina xwe wiha domand: "AKP dixwaze wiha bide diyarkirin ku ne tenê di şaredariyên DBP'ê de kayyum bicih dike. AKP'ê li gel 24 şaredariyên me kayyim avêtiye ser 4 şaredariyên din jî. Bi vê yekê jî dixwazin bêjin, 'Vaye me kayyim avêtine ser hin şaredariyên din jî' lê di van 4 şaredariyan de kayyim tuneye. Cihê şaredarên van 4 deran endamên meclîsa şaredariyan hatine tayînkirin lê yên şaredariyên me qeymeqam hatiye tayînkirin. Bi van kiryaran dixwazin gel û raya giştî bixapînin."

'Dewlet bi darbekaran re di nava hevkariyê de ye'


Kişanak da zanîn ku dewletê li hember gelê kurd şerekî tevahî daye destpêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Tenê di şaredariyên DBP'ê de qeyûm bi cih kiriye û ev jî nişaneyên şerekî taybet e ku dewlet li hemberî şaredariyên me daye destpêkirin. Ji ber ku di tu şaredariyên din de qeyûm nehatine bicîhkirin. Armanca dewletê ji van xapandinan jî ew e ku di raya giştî de bidin diyarkirin ku qaşo li hemberî rêxistinên terorîst têdikoşin. Lê xuya ye ku tenê li hemberî kurdan şerekî topyekun dane destpêkirin. Lê wekî her dem dewlet bi darbekaran re di nava hevkariyê de ye. Çawa ku operasyonên KCK'ê bi hev re kirin û hilbijartiyên kurdan hemû girtin, îro jî bi hev re êrişî şaredar û vîna gelê kurd dikin."

(kom/no/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN