DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Heftreng bû yek reng!

 
15 Îlon
09:08 2016

ERZIROM (DÎHA) - Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê bêyî ku biparzine ava qirêj diavêje çemê Xinisê ya wekî "Heftreng" tê zanîn ji ber vê yekê li çem hem jiyana giyaneweran û hem jî ekolojî di bin xetereyê de ye.

Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ya AKP'ê bêyî ku biparzine ava qirêj diavêje çemê Xinisê ya wekî "Heftreng" tê zanîn û ji QEreçobanê derbas dibe û diherika nava çemê Muradê. Ji ber vê yekê ava qirêj hem jiyana giyaneweran hem jî ekolojiyê tehdîd dike. Endamê Meclîsa Şaredariya QEreçobanê Fettah Kuçukkaya diyar kir ku heta beriya çend salan jî ava çem vedixwarin û wiha axivî: "Ji ber ku ava kanalîzasyonê bêyî ku biparzinin diharikînin Heftreng niha bûye yekreng."

'Me berî ev av vedixwar'

Kukuçkaya destnîşan kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ya AKP'ê ji ber ku ava kanalîzasyonê ya diherike çem naparzine av qirêj dibe û masiyên ku li çem dijîn êdî hatine ber tunebûnê û wiha berdewam kir: "Berê me ev ava ku ji navçeya me derbas dibû vedixwar. Pir paqij bû. Jixwe navê Heftreng jî ji vir tê. Dema ku em biçûk bûn û şivantî dikin ji vî avê vedixwar lê niha pir qirêj e. Şaredariya Bajarê Mezin avê naparzine û diharikîne nava çem."

'Masî neman'

Kuçukkaya bilêv kir ku berê li çem gelek cureyên masiyan hebûn, masî ji bo gelek kesan jî çavkaniya debarê e û wiha got: "Hema ku niha masî nemane. Ji ber ku ev qirêj e havînê sewalên ku ji vir avê vedixwin jî nexweş dikevin. Li aliyê din jî berê gelek cureyên masiyan hebûn lê niha masî nemane. Masiyên ku hene jî bêhn ji wan tê."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN