Li Enqerê cenazeyê jinekê hat dîtin
 
								
							15 Îlon
									
										10:25
										2016
									
								ENQERE  (DÎHA) - Li cadeya Fatîhê ya paytext Enqerê cenazeyê aydî jinekê hat dîtin.
Li gorî agahiyan di saetên serê sibehê de li mewkiya Nexweşxaneya Leşkerî li ser cadeya Fatîhê welatiyan cenazeyek aydî jinekê dîtin.
Piştî agahdarkirinê polîsên çûn cihê bûyerê û lêkolînkirin dîtin ku cenazeyê jinê hatiye perçekirin.
Derbarê cenazeyê ku li îstîqameta Keçîronê hat dîtin de tê fikîrin ku di encama qezayê de jiyana xwe ji dest daye lê li ser îxtîmala dibe ku ev bûyer cînayet be jî tê rawestandin.
Ji bo tesbîtkirina nasnameya jinê û ronîkirina bûyerê lêkolîn hatin destpêkirin.
(ot)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							