DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ji tovê heta xwaringehê afrîneriya jinê

 
16 Îlon
09:04 2016

RIHA (DÎHA) – Di bin banê Kooperatîfa Jinê ya Ekîn bi dirûşma 'Ji çandinê heta tovê' îsotên tên çandin û piştre tên berhevkirin, piştre dibe salçe û ji bo xarinê tê amade kirin, hem jî ji bo aboriyê dibe çavkaniya debarê.

Xebatên jinê li Rihanê bê navber berdewam dikin. Jinên di bin kooperatîfê de hatine gel hev, zivistan û havînê xebatên xwe dimeşînin. Li navçeya Wêranşarê ya Rihanê Kooperatîfa Jinê ya Ekîn behemên bi kedeke mezin diafirînin ji bo xarinê derdixin bazarê.

‘Ji tovê heta xaringehê’

20 jinên di bin kooperatîfê de hatine gel hev, bi dirûşma "Ji tovê heta xaringehê" bîberên ku çandine, piştî berhev dikin li hewşa kooperatîfê bi hev re amade dikin. Jina bi navê Medîne Arda da zanîn ew bi Şaredariya Wêranşarê re xebatên xwe dimeşînin, der barê xebatê de ev tişt got: "Armanca me ew e em bi destê jinê ji toxim heta çandinê û heta xarinê xebatekî bi hev re ikin. Zevî me bixwe cot kir û ev toxim me bixwe lê reşand, em bi hev re berhev dikin. Berhemên ku girtiye, em wekî jin bi hev re kom dikin û li hewşa kooperatîfê dixin salçe."

Jina bi navê Hediye Kalkan bi zaroka xweya 9 salî re tevli xebatên kooparetîfê dibe, hem xebata xwe dike û hem jî bi dengê xweyî xweş stranan dibêje.

Hevşaredara Wêranşarê Fîlîz Yilmaz jî destnîşan kir ku ew dê hemû alîkariyê bidin jinan û got ew xebatên kooperatîfê gelekî diecibînin. Yilmaz diyar kir ku divê di qada civakî de jin kari aborî û jiyana xwe bi xwe sererast bike û aşkera kir ku guhertina civakî bi destê jinê pêk tê.

Yilmaz herî dawî piştrast kir ku ew wekî şaredarî dê destekên xwe bidin nîşan û anî ziman armanca wan ew e jin sazî, kargeh û aboriya xwe sererast bike.

(ms)









ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN