DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Qirêjiya Bakirçay gefan li jiyana zindiyan dixwe

 
16 Îlon
09:10 2016

ÎZMIR (DÎHA) - Yek jî ava herî girîng a Egeyê bêguman Çemê Bakirçay e, lê ji ber qirêjiyê gefan li jiyana zindiyan dixwe.

Li bakurê Egeyê demek dijêr e talana ekolojîk didome, her roja ku derbas dibe ava herêmê qirêj dibe û gefan li jiyana zindî û erdên çandinî dixwe. Çemê Bakirçay ji rojhilatê Gelenbe ya Balikesîrê destpê dike, di nava Mabîsa û Îzmirê re 129 kîlometreyî dirije Deryaya Egeyê. Lê ji ber qirêjiya wê bi xwere gelek pirsgirêkan tîne.

Ji ber ku li herêmê tesîsên sanayî nayên lêkolînkirin û parzuna van tesîsan tune, ava şûştin û komirê ya ji santrala termîkî ya navçeya Somayê diherike Çemê Bakirçayê, bi xwere gelek qirêjiyan tîne û jiyana zindîwaran, dîsa dar û behemên li zeviyên herêmê bi tevahî tune dike. Bi taybetî di mehên havînê de ev çem gelekî qirêj dibe û bandora wê ya neyînî derdikeve 2 qatî.

Ji ber çavkaniya avdanê ye, xetere mezin e

Bi taybetî di demsalên zivistanê de ava ku ji çem tê kişandin, zeytûn, gulberoj û pembu tê avdan. Lê ji ber madeyên toksîn û metala giran, bandoreke neyînî li ser axê jî dike, axa paqij jî bi xwere qirêj dike. Ev jî bi xwere dibe sedema kêmbûna berheman.

Dibe sedema mirina masiyan

Ji hêla din ve ava ku dirije Deryaya Egeyê, li herêma ku dirije bi xwere mirina masiyan tîne, di navbera salên 2011 û 2014'an de 2 caran bi komî mirinên masiyan pêk hat. Li gorî lêkolînên Fakulteya Unîteyên Avê ya Zanîngeha Egeyê li ser ava vê herêmê kirine, kêmasiya oksîjenê hatiye dîtin.

Welatiyê bi navê Ahmet Çoban, dide zanîn ew di heman demê de bi awayekî amatorî mesîvaniyê jî dike, aşkera kir ku di avê de bêhneke giran heye, ji ber qirêjiyê gefan li jiyana zindiyan dixwe. Çoban der barê qirêjiyê de jî ev tişt got: "Li gorî min sedmeke mezin jî kanalîzasyon e. Di avê de jî bêhn heye. Divê demek ji ya din zûtir ji vê re çareserî bê dîtin, an na em dê vî çemî winda bikn."

(ms)









ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN