DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji bo kujerê Kazanhan bê berdan alîkarî ji BÎMER'ê xwestin

 
22 Îlon
10:30 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Hevalên polîs Mehmet Nûrbakî Goçmez ku Zarokê 12 salî Nihat Kazanhan qetil kir û hat girtin, berî rûniştina dozê daxwazname dan BÎMER'ê û xwest polîsê kujer serbest bê berdan.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14'ê Çileya 2015'an de polîs Mehmet Nurbakî Goçmez zarokê 12 salî Nihat Kazanhan qetil kir. 8'emîn rûniştina polîsê kujer di 23'ê Îlona li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê dê bê dîtin. Berî rûniştina dozê hevalên polîs Goçmez, parastina polîs kirin û Nihat ji wekî "tertrist" bi nav kirin. Polîsan ji bo polîsê kujer Goçmez serbest bê berdan daxwazname ji Navneda Ragihandinê ya Serokwezîr (BİMER) re şandin û alîkarî xwestin.

Di daxwaznameya ku ji aliyê Alper Kaya ve hat şandin de wiha hat gotin: "Birêz Serokwezîrê min. Di navbera dîrokên 14-01-16'an de bûyerek gelek wahîm bi serê polîsê ku demborî li Cizîrê peyvir dikir de hatiye. Dema zarokan kevir avêt wan, wî jî bi bombeyên gazê mudaxale kir. Bombeya gazê li serê zarokekî ket û jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê Selahattin Demirtaş, kapsula bombeya gazê anî meclîsê û gotiye eşkiyayên we ev yek kiriye. Dewlet bi qetîlbûnê sucdar kiriye. Cenazeyên zarok bi alên PKK'ê û posterên Apo defin kirine. Polîsê me yê Tevgera Taybet Mehmet Nurbaki Goçmez, ji ber vê bûyerê neheq li Girtîgeha Elmadag a Enqereyê tê girtin. Rûniştina wî hêj didome. 20 mehin girtî ye. Di 23'ê Îlona 2016'an de dîsa rûniştina doza wî heye. Ger ku hûn li pişt wî bisekinin em bawer dikin ku dê serbest bê berdan. Ji kerema xwe re li pişt wî rawestin."

Parêzera Kazanhan Filiz Olmez, bertek nîşanî daxwaznameya ku bi rêya mailê şandibû da û wiha got: "Dixwazin dadgehê têxin bin bandorê. Ji bo Nihat wekî kesê ne "Masum" bi nav dikin. Armanca vê daxwaznameyê provokasyon e. Dixwazin heyeta dadgehê têxin bin kontrol û bandorê. Ger ku 10 polîs bersûc biparêzin sucê wî ji holê ranabe. Li ber çavan zarokê 12 salî kuştiye. Divê dadgeh biryara vê yekê bide. Ne polîs û ne jî serokwezîr nikare biryara vê yekê bide. Serokwezîr be jî erk û peywira wî ya mudaxaleyî dadgehê bike tune ye."

Prz. Olmez, ani ziman ku di 23'ê ÎLonê roja înê de rûniştin heye pêwiste her kes piştgiriyê bide.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN