DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di serdema OHAL'ê de 4 welatî li Dêrsimê kuştin

22 Îlon
11:00 2016

DERSIM (DÎHA) - Duh li geliyê Munzûrê leşkeran Ersin Demir di maşînê de gulebaran kir û qetil kir. Piştî îlana OHAL'ê heta niha li Dêrsimê 4 welatî hatin qetilkirin.

Îktîdara AKP'ê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê de li tevahiya Tirkiye OHAL ilan kir. Lê her çend OHAL li tevahiya Tirkiye hat îlankirin jî, pêkanînên OHAL'ê tenê li Kurdistanê ket meriyetê. Tenê li Dêrsimê piştî îlana OHAL'ê heta niha 4 welatî ji aliylê polîs û leşkeran ve hatin kuştin.
Di 1'ê Tebaxê de li gundê Pakirê yê Xozatê ciwanê 22 salî Mesut Îlkbahar ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Di 9'ê Tebaxê de li Pulurê Şukru Abay ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Di 6'ê Îlonê de maşina polîsan a zirxî di rêya Qada Seyid Riza de pîra 71 salî Naciye Ozdemir qetil kir. Di 20'ê Îlonê de dîsa li Geliyê Munzûrê leşkeran ajokarê 28 salî Ersin Demir gulebaran kir û qetil kir. Dîsa li gundê Venkê di êrîşa leşkeran de Îrfan Top ji piyê xwe ve birîndar bû. Heta niha der barê kujer û bersûcan de lêpirsîn jî nehatiye vekirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN