Ji Eren peyama têkoşînê
STENBOL (DÎHA) - Serokê Basin Îşê Faruk Eren ji ber li rojnameya Ozgur Gundemê Nobedariya Gerînendeyê Giştî kiribû doz lê hatibû vekirin, îro derdikeve pêşberî dadger. Eren peyama têkoşîn û piştevaniyê da.
Serokê Giştî Basin Îşê Faruk Eren ji ber li rojnameya Ozgur Gundemê Nobedariya Gerînendeyê Giştî kiribû doz lê hatibû vekirin îro li Edliyeya Stenbolê derdikeve pêşberî dadger. Midûrê Karên Nivîsê yê rojnamê Înan Kizilkaya ku girtiye jî tê payîn ku dê tevli rûniştina dozê bibe.
Beriya rûniştina dozê rojnamegerên girêdayî Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û DÎSK Basin-Îşê li ber edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Dayikên Şemiyê û gelek kesên din amade bûn. Di daxuyaniyê de destpêke Eren axivî û diyar kir ku ji bo ew di nava aştiyê de bijîn, ji bo welatekî demokratîk bê avakirin piştevanî kirine û ew ê têkoşîna xw eya ji bo demokrasiyê bidomînin.
Rojnamegerên girtî serbest berdin
Serokê Giştî yê TGS'ê Ugur Guç anî ziman ku ji dema ku edliyeyan dest bi kar kirine heta niha ew li ber deriyên edliyeyê ne û wiha got: "Doza rojnamegerên ku aştî xwestine didome. Em ê piştevaniya xwe berdewam bikin. Em dixwazin ku rojnamegerên girtî serbest bên berdan."
Serokê DÎSK'ê Kanî Beko jî destnîşan kirin ku ji ber ku wan piştgirî dane rojnameya Ozgur Gundemê îro li ber deriyê edliyeyê ne û wiha pêde pû: "Ligel ku mafê xwe îfadeya azad û çapemeniyê di bin ewlehiya makeqanûnê de ye jî dîsan em îro hatine vir. Ger îro em hatine vir ev tê wê wateyê ku makeqanûn tê binpêkirin. Me duh piştgirî da em ê îro û sibê jî di nava piştevaniyê de bin."
'Em ê ligel çapemeniyê bin'
Dayika Şemiyê ya bi navê Hanîfe Yildiz bi lêv kir ku çapemeniyê ew li hemû qadan bi tenê ne hiştine û wiha axivî: "Çapemeniya Azad li her qadê hewl dide ku dengê me bilind bike. Wekî Dayikên Şemiyê her tim dê ligel çapemeniyê bin."
Piştî daxuyaniyê rojnameger derbasî avahiya edliyeyê bûn.
(mb)