DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Eren: Em ê piştevaniya bi Ozgur Gundemê re bidomînin

22 Îlon
12:05 2016

STENBOL (DÎHA) - Serokê Giştî yê Basin Îşê Faruk Eren ji ber piştevaniya Ozgur Gundemê kiribû tê darizandin diyar kir ku rojnameya herî zêde êş kişandiye rojnameya Ozgur Gundemê ye, dîwarên wê bi wêneyên xebatkarên wê yên hatine qetilkirin tejiye ji ber wê ew ê piştevaniya bi rojnameyê re bidomînin.


Serokê Giştî yê Basin Îşê ku girêdayî DÎSK'ê ye Faruk Eren ji bo piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê ku niha girtiye tevli "Nobeda Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê" bûbû bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" û "pesnên sûcdar dane" doz lê hat vekirin. Rûniştina dozê ya yekemîn li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin.

Di hat payîn ku Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameyê Înan Kizilkaya jî tevlî rûniştinê bibe lê Kizilkaya ne anîn dadgeriyê. Di rûniştina dozê de Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Seroka Giştî yê Halkevlerî Oya Ersoy, nûnerên TGC, TGS, OGC, gelek rojnameger, parêzvanên mafê mirovan û xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê amade bûn. Doza bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir bi paratina Eren berdewam kir.

Eren, di parastina xwe de derbarê sûcdariyên ji bo wî tên kirin de wiha got: "Tirkiye di aliyê rojnamegeriyê de rezîl bûye. Ji salên 80'î heta niha ez rojnamegeriyê dikim. Ji sedan zêdetir rojnameger di girtîgehê de ne. Ji bo pişgrtiyê bidin Ozgur Gundemê ku rastî zextan dihat me nobet girt. Abdî Îpekçî, Ferhat Tepe, Hrant Dînk ji ber ku li welat rojnamegerî dikirin hatin qetilkirin. Lê rojnameya herî zêde êş kişandiye rojnameya Ozgur Gundemê ye, dîwarên wê bi wêneyên xebatkarên wê yên hatine qetilkirin tejiye ji ber wê em ê piştevaniya bi rojnameyê re bidomînin."

Piştî Eren parêzer parastin kir û xwest muwekîlê wî serbest bê berdan.

Piştî parastinan heyeta dadgehê doz taloqî 25'ê Cotmehê kir.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN