DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Armanc Cerablus: Tirkiye bi navê Rakka Girê Spî armanc dike

 
22 Îlon
12:43 2016

RIHA (DÎHA) - Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Armanc Cerablus, diyar kir ku Tirkiye ji xwe re xeyalan çêdike ku têkeve Babê û wiha got: "Serokomar Erdogan dibêje operasyona Rakka lê armanc dike ku Girê Spî dagir bike."

Komên Tûgayên Fetih El Şam (El Nusra), Ehral El Şam, Nureddin Zengi, Sultan Murat yên ku Tirkiye piştgriyê dide Cerablus û El Rai dagir kir. Niha jî dixwaze Babê dagir bike. Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan û îktîdara AKP'ê her dem dixwazin operasona Rakka têxin rojevê. Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Armanc Cerablus, têkildarî polîtîkayên Tirkiye û armanca operasyonên li Rojavayê Kurdistanê axivî.

Bab dê bibe xeyala Tirkiye

Cerablus, der barê erdnîgariya Babê de agahî da û diyar kir ku Tirkiye şerê taybet dimeşînin û wiha got: "Dixwazin xwe wekî serkeftî nîşan bidin. DAIŞ'ê di 3 rojên dawî de êrîşên dijber daye destpêkrin. 8 gund ji destê TSK'ê derxistin. DAÎŞ dixwaze dîsa xeta navberea Cerablus û Ezazê qut bike. Ger ku ne ji tang û balafiran be TSK nikare li hemberî DAIŞ'ê şer bike. Ger ku li pişt TSK'ê tiştek tune be, DAÎŞ dê di nîv saetê de Cerablusê dîsa bistîne. Ligel piştgiriyê Tirkiye nikare pêşde biçe. Xwîn winda dikin. Ji ber ku komên Selefi, cihadîst tev li hemû rêxistinên terorê bûne. Ji bo talankirin wêrankirinê li Cerablusê ne. Gelê nava bajar ên rastî zilmê hatine serpêhatiyên xwe ji mere dibêjin. Kom û çeteyên projeyên wan tune be serkeftina wan ne pêkan e. Ji ber vê yekê operasyona Babê tune ye. Pirsgirêka Tiurkiye bi rêxistinên terorê yên nikarin bi DAIŞ'ê re heye.

'Cerablus ne Dîlok e'

Armanc Cerablus, da zanîn bi navê Operasyona Babê dixwazin hiş tev li hev bikin û wiha got: "Koalisyona navneteweyî piştgiriyê dane dagirkeriya Babê. Waliyê Dîlokê dibêje 'Em dê Cerablusê bikin Dîloka biçûk. Em ji Walî dipirsin. Tu axa kê dike Dîlok. Here bi Dîloka xwe re eleqeder bibe. Tu bi kijan heq û hiqûqê van tiştan dibêje?'

'QSD dê bi ser bikeve'

Armanc, destnîşan kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Sûriye xwedî proje û pergal e û ji bo aştî, azadiya gelan têdikoşe û wiha berdewam kir: "Ji ber vê yekê dema Tirkiye piştgiriyê bide çeteyan dê rastiya çeteyan derkeve holê. Em tevgêra ku xwedî projeya bibe hemû bersîva Sûriye yê ne. Ji ber vê yekê projeyên me yên Bab, Rakka, Cerablusê jî hene. Em armanc dikin ku hemû gel di nava hevde bi hevre li Sûriyeyek azad bijîn. Em hêza xwe ya esasî ji ciwanên Sûriyê digirin.

Armanc Girê Spî ye

Cerablus, destnîşan kir ku armanca AKP'ê û Erdogan Grê Spî ye. Cerablus, diyar kir ku Tirkiye ji xwe re xeyalan çêdike ku têkeve Babê û wiha got: "Serokomar Erdogan dibêje operasyona Rakka lê armanc dike ku Girê Spî dagir bike. Dema li ser seranserî sînorê Tirkiye DAÎŞ serdest bû. DAIŞ dixwaze kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê ji hev qut bike. Lê ji bo ku em Bab, Cerablus û Rakka azad bikin projeyên me hene. Demên guncav nêzîk in û dê gelên Suriye bi ser bikevin."


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN