Li Şemzînanê 4 çawişen pispor ên din jî îstifa kirin
COLEMÊRG (DÎHA) – Li navçeya Şemzînanê ya şer bi awayek dijwar berdewam dike piştî îstifakirina 21 çawişên pispor, 4 çawişên pispor dîsa îstifa kirin. Çavkaniyên herêmî îstifayan piştrast kirin û ragihandin leşkeran piştî gotinên “Piştî dîtina van çiyayan, ketina nav şer ne karê aqilan e” dev ji karên xwe berdane.
Li navenda Colemêrg û navçeyên wê Çel, Şemzînan û Geverê bi dijwarbûna şer îstifaya leşker û cerdevanan jî zêdetir dibin. Li navçeya Şemzînana ku şer herî zêde bandora xwe nîşan dide hat zanîn ku 4 çawişên pispor dîsa dev ji karên xwe berdane. Hat ragihandin ku îstifa di 16-17’ê mehê de li qereqolên herêma Navberojan a bajaroka Rûbarokê pêk hatine û çavkaniyên herêmî jî ev piştrast kirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku leşkeran piştî gira Ronahî nîşan dane û gotina “Piştî dîtina van çiyayan, ketina nav şer ne karê aqilan e” gotine. Dîsa hat zanîn ku leşkerên wê herêmê li hember êrîşên gerîlayên HPG’ê nikarin serê xwe ji qereqolan derxin û îhtimala hêjmara kesên îstifa dikin zêdetir bibe jî heye.
Cerdevanan jî çek danîbû
Di rojên dawî de jî dîsa 21 çawişên pispor ên li Qereqola Bezelê jî dev ji karên xwe berdabûn. Bi îstifayên dawî hêjmara leşkerên îstifa kirine derket 25’an. Li gundê Rezan a Colemêrgê jî di 19’ê mehê 7 cerdevan li hember şerê giran û helwesta leşkeran çek danîbûn. Cerdevanan bi gotina “Di operasyonan de me di çeperên pêş de bi kar tînin. Em ê ji vir pê de bi ajal û çandiniyê re mijûl bibin" nerazîbûna xwe nîşan dabûn.
(kom/sa)