DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hevşaredarên jin: Em ê destkeftiyên jinan teslîm nekin

 
22 Îlon
13:10 2016

WAN (DÎHA) - Hevşaredarên jin ên Colemêrg, Erdîş û Qelqeliyê diyar kirin ku di hedefa qeyûman de vîn û destkeftiyên jinan hene û gotin ku ew ê qeyûman nasnekin.

Hevşaredarên jin ên Colemêrg, Erdîş û Qelqeliyê ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin dan zanîn ku di hedefa tayînkirina qeyûman de vîn û destkeftiyên jinan hene û ew ê qeyûman nasnekin. Hevşaredara Colemêrgê Vekîle Fatma Yildiz ku ji bo tayînkirina qeyûma protesto bike tevlî greva birçîbûnê ya di 14'ê Îlonê de li avahiya DBP'ê hat destpêkirin bû û ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û piştre serbest hat berdan diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên nîvî mane bêyî qeyûm bidomînin.
Yildiz, anî ziman ku ew ê qeyûmên hatine tayînkirin bi tu awayî nasnekin û wiha got: "Her çiqas dixwazin çalakiyên me bidawî bikin jî em ê ji têkoşîna xwe gav paşde neavêjin. Her çiqas qeyûm hatibin tayînkirin jî em ê li daxwazên jinan ên ku ji me dixwazin binêrîn û em ê daxwazên wan bicih bînin. Ev pargala niha li dijî mafê jinane darbeye."

Cigira Hevşaredara Erdîşê Guler Avci, da xuyakirin ku heta niha hevşaredarên jin gelek xebatên yekane dane meşandin û wiha pêde çû: "Tayînkirina qeyûman gefeke li hemberî destkeftiyên jinan. Di hedefa qeyûmên ji şaredariyên DBP'ê re hatine tayînkirin de xebatên jinan hene. Dê bixwazin xebatên ji bo jinan hatine meşandin bidin rawestandin. Ji ber ku di hedefa wan de avakirina pergala yekzayend heye. Dê jin xwedî li vîna xwe derkevin. Roja ku qeyûm hatin tayînkirin jinan li nava tax û kolanan pêşiya me girtin û xebatên ku şaredarî ji bo jinan dimeşîne pirsîn. Jin dibêjin 'em ê şaredariyên xwe ji qeyûman re nehêlin.' Bendewariyên jinan pirin û em ê xwedî li van bendewariyan derkevin.

Alîkara Hevşaredara Qelqeliyê Elîf Yîgît jî destnîşan kir ku tayînkirina qeyûmê darbeyeke li hemberî polîtîkayên jinê û wiha axivî: "Di şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin de xebatên cîdî ji bo jinan dihat meşandin. Bi tayînkirina qeyûman re di xebatêne me yên ji bo jinan de astengî derketin. Dibe ku di demên pêşde ev astengî zêdetir jî bibin. Me civîn dikirin û hewl dida bi yekîneyên xwe yên polîtîkayê re lez bidin xebatên xwe yên ji bo jinan lê qeyûm tayînkirin û pêşî li xebatên me girtin. Me tu tiştek bi hêsanî bidest nexist. Dê jin bi hêsanî dest ji destkeftiyên xwe bernedin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN