DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Red bike, li ber xwe bide, neçe leşkeriyê!

 
22 Îlon
13:28 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Komek ciwanên ku leşkeriya dewletê red kirin rekdariya xwe ya wicdanî aşkera kirin. Ciwanên ku gotina "Red bike, li ber xwe bide, bibêje na, neçe leşkeriyê" bi kar anîn peyama "Ji serkeftinê re silav, dê berxwedan bidome" dan.

Komek ciwanên ku leşkeriya mecbûrî ya dewletê red kirin li Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Îzmîrê bi daxuaniyeke redkariya xwe ya wicdanî aşkera kirin. Nûnerên hin partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl û rêveberên komeleyê jî beşdarî daxiyaniyê bûn.

Ji ciwanan Îsmet Seplî diyar kir ku ew hemû tiştên ku dewlet ji bo wî qatlîamê pêk tîne, keda mirovan dixwe, pîroz nîşan dide red dike û ev jiyana ku li ser wî tê ferzkirin dê nejî û li hemberî sîstema ku tê ferzkirin serê xwe netewîne, nekece bin emrê artêşa dewletê ya ku pêkûtîker û mijokdar.

'Red bike neçe leşkeriyê'

Seplî bilêv kir ku di bin navê OHAL'ê de li cografyaya Kurdistanê zêdekirina dagirkeriyê, bajar ji nexşerê peqijkirin, qatlîam tê kirin û wiha berdewam kir: "Ev dagirkerê bêguman dê rojekî bi dawî bibe. Gelê kurd dê vî dagirkeriyê dawiya dawî pûç bike. We di bin navê têkoşîna li dijî darbeyê de hemû civak qasî ku ji 12'ê îlonê re xwaziyê binîn kir bin pêkûtiyê. Li dijî van pêkanînan em ê li ber we çog daneynin. Hûn nikarin tu caran îradeya me teslîm bigirin. Red bike, li ber xwe bide, bibêje na, neçe leşkeriyê."

'Neçe leşkeriyê xwîna birayên xwe nerijîne'

Ji ciwanan Bariş Kaygin jî anî ziman ku ew dewletê nas nake û wiha berdewam kir: "Di sîstemeke çiqas qirêj de dijîm diyar e. Bi kurtasî ez dewleta we nas nakim. Ji bo ku bidin nasandin çi ji destê we bê hûn ê bi qanûnên xwe ve bikin. Wekî ku birayê min Zafer Kaygin di zindanên xwe de mehkum kir. Ez aşkera dikim ku ji bo dewletê mirin û kuştinê red dikim. Neçe leşkeriyê xwîra birayê xwe nerijîne. Ji serkeftinê re silav, dê berxwedan bidome."

'Ez serîtewandinê red dikim'

Ciwanekî din ê bi navê Berke Doruk Ozden jî got ku ew tu şeran nas nake û wiha axivî: "Ez wekî komunîstekî ev şerên ku hûn diafirînin nas nakim. Tekane şerê ku ez pêbawer im şerê çînî ye. Di vî sîstemê de ez ê ne li aliyê we li aliyê karder û şoreşgeran bim. Ez li cem we cih girtinê û serî tewandinê red dikim."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN