Piştî 24 salan şahid hatin guhdarkirin
AMED (DÎHA) - Di doza zanayê kurd Mûsa Anter ê 1992'yan hate qetilkirin de Saroka Daîreya Turîzm û Mîrateyên Şandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nevîn Soyukaya û nivîskar Samet Aydin piştî 24 salan wekî şahid hatin guhdarkirin.
Di doza zanayê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) ê 20'ê Îlona 1992'yan li Amedê hate qetilkirin de Saroka Daîreya Turîzm û Mîrateyên Şandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nevîn Soyukaya û nivîskar Samet Aydin bi fermana dadgeha ku darizandinê dike mi 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê îfade dan. Di doza ku bi doza JÎTEM'ê re kirin yek û neqlî 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat kirin de şahidan piştî li ser kuştina Anter 24 sal derbas bû îfade dan. Di doza ku li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin de parêzerên malbata Anter Selîm Okçuoglu û Sîdar Avşar amade bûn.
Nevîn Soyukaya ji bo kuştina Anter wiha got: "24 sal derbas bû. Em yekem car e ku tên gazîkirin. Çiqas ê bê bîra min nizanim. Dema ku bûyer bû şahidiya min tuneye. Tenê ez li şaredariya ku mîhrîcan organîze kiribû dixebitîm. Mûsa Anter ji min re gote Amed nedîtiye dixwaze bigere. Piştî hemû mêvanan Mûsa Anter bileta xwe girt. Piştî her bernameyê me bi Musa Anter re heta nîvê şevê sohbet dikir. Piştre ji min re gote tu gelek westiyayî. Dayika min nexweş ket me bir beşa lezgîn. Li beşa lezgîn qerebalixek hebû. Me bavê Orhan Mîroglu dît. Min jî gote xêr e. Bavê wî ji min re gote Orhan kuştin, Mûsa birîndar e. Dema ku ez hatim fakulteyê hîn bûm. Der barê bûyerê de agahiya min a ku dîtinê tuneye. Evqas sal in cara yek em e ku ez têm guhdarkirin."
Parêzerê malbata Anter Selîm Okçuoglu jî xwest ku şahid li 6'emîn Dadgeha Cezaya Amedê bên guhdarkirin û têkîldarî roja bûyerê ji Soyukaya hin pirs pirsî.
Pirsa îhmalkarî heye yan na hate kirin
Okçuoglu pirsa "Di wî dîrokê de li Amedê û li herêmê rojnamger û karsaz jî di nav de gelek bûyerên revandinê û 'kuştinên kiryar nediyar' hebû ligel vê yekê jî organîsazyonekî bi vi rengî li dar xistin û vexwandina kesên di bin xetereyê de çawa îzah dikin" ji Soyukaya kir û wê jî wiha bersivand: "Biryara lidarxistina mîhrîcanê aydî me nîne. Rêveberiyê, komîsyonê biryar girtibû. Ez di komîsyona herî jêr de bûm, me gelek rexne girtibû. Em di mekanîzmaya biryarê de bi bandor nebûm. Ji ber vê yekê jî nikarim îzah bikim."
Ciwanan Mûsa Anter diparast
Pirsa parêzeran a "Ji bo parastina Mûsa Anter we ji şaredariyê yan jî deverên din kesek peywirdar kir" jî Soyukaya wiha bersivand: "Me parazvaniyeke bi vî rengî diyar nekir. Ev di hundirê min de êşek e, ciwanên ku li cem min di midûriyeta çandê de dixebitîn bi wî re bûn. Jixwe Apê Mûza digot min tenê nehêlin. Heta dema ku di wesayîtê de diçû xwe bi awayeke veşêre rûdinişt. Ciwan li herdu aliyê wî û li pêşiya wî rûdiniştin. Ji otelê jî zêde dernediket derve."
Şahid SAmet Aydin jî di îfadeya xwe de wiha got: "Li ser bûyerê ji ber ku 25 sal derbas bû zêde tiştek nayê bîra min. Min wê demê li emniyetê li ber kamerayê îfadeya xwe da. Wê demê ez li şaredariyê şewirmendê hunerê bûm. Agahiya min a wekî dîtbarî di bûyera Mûsa Anter de tuneye. Têkiliya min a bi Mûsa Anter re di çarçoveya mîhrîcanê de ji bo roja îmzeyê ye."
Li ser pirsa parêzeran a "Yek ji mexdûrên bûyerê jî Orhan Mîroglu ye. Ew jî bi giranî ilas bû. Orhan Mîroglu roja bûyerê û beriya wî ji bo bi Musa Anter re hevdîtinê bike gelo hate cem wî" Aydin wiha bersivand: "Berê hate yan na nayê bîra minb Lê roja ku bûyer biqewime jixwe em di Otela Mezin de bi hevre bûn. Mûsa Anter gotina 'Ez diçim mala Orhan Mîroglu ez mêvanê wî me' bi kar anî."
Doz dê di 26'ê Îlonê de li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê bê dîtin.
(sa)