DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Koçyîgît kedkarên perwerdehiyê ziyaret kir

 
22 Îlon
15:12 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît kedkarên perwerdehiyê yên di grevê de ne ziyaret kir û piştgirî da kedkaran

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît, şaxa Egîtîm Sena Mêrsînê ziyaret kir û piştgirî da berxwedana kedkaran. Di ziyareta ku Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu û Rêberberên HDK'ê yên navçeyê amade bûn de Serokê Şaxa Egîtîm Senê Sînan Muşlu, diyar kir ku ji ber endamên wan li hemberî şer aştî parastine ji kar hatine derxistin.

Muşlu, anî ziman ku wekî Egîtîm Sen ew ê li hemnberî zextan li ber xwe bidin û wiha got: "Heta biryara OHAL û KHK'ê bên rakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Wek kedkar em dixawzin biryara KHK'ê bê rakirin û demokrasî were welat."

'Em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin'

Piştre Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu axivî. Mutlu bibîrxist ku ji 25 şaredariyên DBP'ê re qeyûm hatine tayînkirin û wiha pêde çû: "AKP zextê li hemû aliyên muxalif dike. Ji kardûrxistina kedkarên perwerdehiyê bi tu awayî nayê qebûl kirin. Em ê jî ji bo demokrasiyê têkoşîna xw ebilind bikin."

'Em piştgiriyê didin berxwedana kedkaran'

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî anî ziman ku beriya 15'ê Tîrmehê jî li hemberî hêzên kedkar û demokrasiyê zext dihatin meşandin û wiha axivî: "AKP ji roja bûye îktidar heta niha bi zextan îktidariya xwe didomîne. Egîtîm Sen li hemberî hemû polîtîkayên çewisandinê li ber xwe dide. Ji xwe Egîtîm Sen di hedefa AKP'ê de bû. Polîtîkayek AKP'ê ya wiha heye, yan hûnê bitepisînin, biçewisînin, serî lê bidin tewandin, ger hûn nikarin vana bikin hûnê wan ji holê rakin. AKP tu carî ji civakê re rêya sêyemîn nahêle. Egîtîm Sen ji bo pêşeroja welat têdikoşe. Îro rejîma îslamê tê ferzkirin, kedkarên perwerdehiyê li hemberî vê li ber xwe didin. Em jî piştgiriyê didin berxwedana kedkaran."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN