DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dozger nivîsa Kurdistan wekî suc dît

22 Îlon
16:01 2016

AMED (DÎHA) - Dozger, di lêpirsîna doza ku Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Yurtsever Gençlik, Muhammet Yusuf Keskin jî dê darizandin, nivîsa Kurdistan a li ser tişort wekî sûcê "propaganda rêxistinê" dît.

2'yemîn rûniştina doza Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Yurtsever Gençlik Muhammet Yusuf Keskin jî tê darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Muhammet Yusuf Keskin ku girtî tê darizandin û Mazlum Kalaba, bi rêya SEGBİS tev li dozê bûn. Di dûriştina dozê de parêzer jî amade bûn. Mazlum Kalaba, îdîayên der barê xwe de red kirin. Dozger têkildarî Muhammet Yusuf Keskin jî îdîa kir ku notên "Bîrdoziya PKK û KCK'ê" hene û di Kovara Yurtsever Gençlikê de nivîsên li ser çalakî û xebatên PKK û KCK'ê hatiye nivîsandin, bîrdoziya leşkerî, siyasî û Abdullah Ocalan, vedibêje, her wiha propaganda rêxistinê dike" Dozger ji bo Mazlum Kalaba got tîşortê li ser "Kürdistan" hatiye nivîsandin di medya civakî de belav kiriye û bi vê rêyê propaganda Kurdistanê kiriye.

Piştî parêzeran parastin kir, heyetê doz taloqî meha Cotmehê kir.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN