Akademîsyenan biryara KHK'e protesto kir
ENQERE (DÎHA) - Akademîsyenên ku ji gelek deverên Tirkiyeyê hatine li ber avahiya YOK'ê hatin gel hev û biryara KHK'ê a ji kar dûrxistinan kedkarên perwerdehiyê protesto kirin.
Saziyên Egîtîm Sen û SES ji bo di pêvajoya OHLA'ê de bi biyara KHK'ê ji dardûrxistina hezaran akademîsyen û mamosteyan protesto bikin li ber avahiya Lijneya Perwedehiyê ya Bilind (YOK) meşek li darxistin.
Akademîsyenên ji zanîngehan hatine avêtin, gelek akademîsyenên din û xwendekarên zanîngehan jî tevlî meşê bûn. Akademîsyenan di meşê de dirûşmên "Xilasbûn tuneye yan em hemû yan jî ne yek ji me" û "Em ê bi berxwedanê bi serkevin" berz kirin. Di meşê de bi dovîzan "Ewlehiya kar" hat xwestin û bi gotinên "Hiqûqa bikeyfî" bertek nîşanî KHK'ê dan.
Akademîsyenên dibin gefên polîsan ên "pankartan venekin dovîzan bînin xwarê" meşa xwe bi dawî kirin, li ber deriyê YOK'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de akademîsyen Aysun Gezen ku di nava akademîsyenên ji Zanîngeha Enqereyê hatine avêtin de cih digire axivî û diyar kir ku dema ew li tiştên ku tên jiyîn dinêrin dibînin ku gotinên îktidarê yên; 'em li dijî darbekaran têdikoşin' rastiyê venabêje. Gezen anî ziman ku îktîdar darbeya 15'ê Tîrmehê ji bo wekî firsent ditiye û li hemberî fikrên li dijî îktîdarê pêvajoya tasfiyeyê daye destpêkirin. Gezen, bi lêv kir ku akademîsyenên aştî xwestin, ji bo dewlet peywira xwe bîne cih bang kirin, ji bo zanîngehên demokratîk têdikoşiyan û gotin; 'em naxwazin kesek bimire' rastî êrîşan tên.
Gezen, da xuyakirin ku akademîsyenên ku peywira wan hînkirine û hilberandina zanistê civakîkirine nikarin li hemberî pirsgirêkên civakî bêdeng bimînin û wiha got: "Em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî û azadiyê bidomînin. Em ê li hemberî êrîşên li ser kedê, ne ligel pergala kapitalîst ligel eniya kedê cihê xwe bigirin." Gezen, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû aliyên demokratîk kir ku li hemberî zextên hikûmeta AKP'ê eniya têkoşîna hevpar ava bikin.
Parlamenterên HDP'ê Kadrî Gursel, Hişyar Ozsoy û Mehmet Alî Aslan jî piştgirî dan çalakiya akademîsyenan. Hişyar Ozsoy, axaftinek kin kir û diyar kir ku partiya wan heta dawî li pişt akademîsyenane.
Piştî daxuyaniyê akademîsyenan li ber avahiya YOK'ê govend gerandin û piştre çalakiya xwe bi dawî kirin.
(mb)