DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Dihê cerdevanek din jî hat kuştin

22 Îlon
17:03 2016

SÊRT (DÎHA) - Li bejahiya gundê Dirişkaeruh a Dihê di navbera endamên HPG'ê, leşker û cerdevanên der ketin operasyonê pevçûn derketin û di encama pevçûnan de cerdevanek din hat kuştin û gelek leşker birîndar bûn.

Li bejahiya gundê Dirişkaeruh a Dihê ya Sêrtê di nav bera endamên HPG'ê û leşker û cerdevanên derketin operasyonê de pevçûn derketin. Di pevçûnên nava rojê de cerdevanek hat kuştin û di pevçûnên ku bi şev derketîn de jî cerdevanek din hat kuştin.

Her wiha di pevçûnan de gelek leşker û cerdevan jî birîndar ûn. Hat ragihandin ku birîndar ji bo dermankirinê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Li hemrêma ku pevçûn lê didomin, ji 3'yemîn Fermandariya Yekîneya Tugayê sewqiyata leşkerî hat kirin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN