Artêşa tirk êrîşî Girê Spî kir

22 Îlon
21:29
2016
GIRÊ SPÎ - Li gorî agahiyên ajansa ANHA'yê di derdora saet 19.55'an de artêşa tirk bi çekên giran êrîşî Girê Spî kir.
Êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî Rojaveyê Kurdistanê didomin. Hat diyar kirin di saetên êvarê de artêşa tirk bi çekên A4, A6 û eqrebeyan êrîşî noqteyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirine. Hat zanîn di êrîşa dewleta tirk de çeperên şervanên YPG'ê yên li gundê Munbetih ên kîlometreyekî dikeve rojavayê bajarê Girê Spî, dane ber bombeyan.
Êrîşa artêşa tirk demekî berdewam kir.
(ms)