DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dest danîn ser pasaporta Hevseroka KCD Guven

 
22 Îlon
23:49 2016

AMED (DÎHA) – Hevseroka KCD Leyla Guven a ku xwest ji Stenbolê biçe bajarê Silêmaniyê polîsan dest danî ser pasaportê û çûyîna Guven asteng kirin.

Li Balefirgeha Ataturkê ya Stenbolê bi hinceta “Pasaport betal bûye” dest danîn ser pasaporta Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven. Hat hînbûn ku dê Guven ji Balefirgeha Ataturka Stenbolê ji bo konferansek a ku dê di 24’ê îlonê de li Kerkûkê bê li darxistin diçû bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê. Piştî dest danîn ser pasaporta Guven, çûyîna wê ya Başûrê Kurdistanê hat astengkirin.

Beriya niha pasaportên gelek siyasetmedar û rojnamegerên kurd ku ji dozên “KCK” dihatin darizandin hatibûn betalkirin.

(bg/mea)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN