Li 18 gundan qedexe hat îlankirin
AMED (DÎHA) - Li 18 gundên Licê, Hezro û Karazê “Qedexeya derketina kolanan” hat îlankirin.
Li 18 gundên girêdayî navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê “Qdexeya derketina kolana” hat îlankirin. Li gundên Sîsê, Fîs, Cinêzûr, Dêrxust, Huseynîg, Pîrik, Entax, Fîrdeys, Balicin, Nenyas, Licok, Zeng, Mişirf, Kerwes û Kayacik ên girêdayî Licê, li gundê Helhelê yê girêdayî Hezro û li gundên Resileyn û Benê yên girêdayî Karazê qedexe hat îlankirin.
(bg)