DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 23'YÊ ÎLONÊ YA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

23 Îlon
09:00 2016

* Dayikên Şemiyê ji bo ku kiryar bên darizandin 21 sal in bi têkoşîna ku dimeşînin ve li edaletê digerin. Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku polîtîkaya di bin çavan de windakirinê li dijî muxalîfan wekî rêbazekî şer tê bikaranîn û ev polîtîkaya dewletê qet nayê guhertin ji ber vê yekê jî di warê hiqûqî de pêşketinek çênabe. (DOSYA)

* 5 mamosteyên navçeya Samandagê li dijî dûrxistina peywirê bûn endamên Egîtim Senê. Sekreterê Şaxa Egitim Senê Ayhan Erkal diyar kir ku ev piştevanî pir watedar e û bang li hemû mamosteyan kir ku piştevaniyê xurt bikin.

* Hevserokê DAD'ê yê Şaxa Edeneyê Pîr Zeynel Kete diyar kir ku dersên ol ên mecbûrî ji bo elewiyan qirkirin e ew ê rizayê nedin dersên ol ên mecbûrî.

* Midûrê duyemîn ê Girtîgeha Jinan a Şakranê bi gotina "Dê dor bê PKK'iyan jî. Em ê yekî ji we jî nedin jiyankirin êdî KHK hatin. Em dikarin her tiştî bi we bikin" gef li girtiyan xwarin.

* Walîtiya Şirnexê kesekî nêzî Qeymeqamê Elkê û endamê AKP'ê weke endamê meclîsê li cihê Hevşaredara Elkê Seyran Argan a ku niha girtiye weke qayum tayîn kir.

* Alîkara Sekreterê Giştî û Berpirsyara Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Necla Şengul têkildarî rewşa girtîgehan got ku hikûmetê girtîgeh vegerandin e navendên îşkenceyê.

* Endama Lijneya Giştî ya Odeya Tabîban a Stenbolê Încîlay Erdogan diyar kir ku bi OHAL'ê re binpêkirinên li girtîgehan her ku diçin zêde dibin û ev tişt got: "Divê heyeteke serbixwe ya ku bi hemû pirsgirêkên li girtîgehan re mijûl dibe bê avakirin."

* Di 16'ê Tebaxa 2016'an de rojnameya Ozgur Gundemê ji hêla 8'emîn Dadgerê Cezayê Sûlhê yê Stenbolê ve hat girtin, berî ku rojname bê girtin derket holê ku di nivîsa 27'e Hezîranê ji hêla Buroya Lêpirsîna Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve ji TEM'ê re şand de, agahiyên der barê xebatkarên rojnameyê de hatine berhevkirin û ew deqkirine.

* Li navçeya Erdîşê mamosteyê teqawît ê bi navê Maksut Yilmaz ji ber ku tevlî çalakiya şermezarkirinê ya di 29'ê kanûna 2015'an de ya li Cizîrê valakirina dibistanan bûye di çarçoveya KHK'ê de ji kar hat durxistin.

* Çeteyên bi desteka Tirkiyeyê li herêma Şehbayê di bin navê têkoşîna bi DAIŞ'ê re di dagirkeriyê de cihên xwe digirin, hat hînbûn çeteyên DAIŞ'ê jî di nava wan de cih digirin. Ji van kesê bi navê Semîr Exterîn wekî endamekî DAIŞ'ê di nava komên ku MÎT piştgiriyê dide wan de cih digire.

* Hevşaredarên DBP'î betek nîşanî qeyûmên ku hatine avêtin dan û diyar kirin ku ew dê bi gel re siyaseta demokratîk bimeşînin. Hevşarredaran got "Em ê çeperên xwe bernedin" û banga têkoşînê kirin.

* Der barê parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran de ji ber ku tevlî çalakiya mertalên zindî bûye lêpirsîna ku hate vekirin didome, ji Başaran re ji bo danişînê di 26'ê cotmehê de bê dîtin teblîgat hat şandin, di teblîgatê de gefa ku heke beşdarî dozê nebe dê der barê wê de biryara "girtinê" an jî "bi zorê anînê" bê dayîn tê xwarin.

* Prof. Dr. Onur Hamzaoglu der barê akademîsyenên ji peywîrê hatin girtin de nêrînên xwe anî ziman û aşkera kir ku di Tirkiyeya nû de serdema Hîtleran tê avakirin.

* Şaredariya Rêya Armûşê ku di 6 mehan de 61 hezar kes çûne şaredariyê ji 11'ê îlonê heta niha jibilî qeyûmê ku bi koma tîmên taybet ve digere kes naçe.

* Hikûmeta AKP'ê hewldana derbeyê ji xwe re weke derfet bikar tîne û bi vê yekê bi hezaran endamên Egîtîm Senê ji peywira wan dûr xist. Mamosteyên endamên Egîtîm Senê yên herêma Mêrdînê anîn ziman ku ew li hember van pêkanînan tu dem paşde gavê navêjin û heta mafên xwe nestînin dê têkoşîna xwe bilind bikin.

* Piştî desteserkirina 24 şaredariyên DBP'ê hikûmeta AKP'ê bi desteserkirina Şaredariya Hezexê derbeya xwe ya sivîl berdewam kir û Hevşaredar Aslan ê ku gelek nexweşiyên wî hene ev 3 roj in bêyî agahiyek jê were stendin xistine bin çavan.

* Piştî rojnameya Evrenselê ji hêla rojnameya Yenî Akîtê ve hedef hat nîşandan, dê xebatkarên Evrenselê li Lokala Cemiyeta Rojnamegerên Îzmirê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)

* Mamosteya bi navê Ayşe Çelîk piştî bi rêya telefonê beşdarî Beyaz Showê bû û ji ber axaftinê kiribû bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" der barê wê de doz hatibû vekirin, 38 kesên piştgirî dabûn Mamoste Ayşe der barê wan de jî doz hatibû vekirin dê îro li Edliyeya Bakirkoyê doz bê dîtin. (09:50)

* Rojnamegerên wekî Hasan Cemal, Tugrul Eryilmaz û Nadîre Mater ji ber piştgirî dabûn Kampanyaya "Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî" ya rojnameya Ozgur Gundemê, dê li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê îfadeyê bidin.(14.00)

* "Nobeta azadiyê" ya ji bo Gerînendeyê Weşanê yê Giştî ya Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Karên Nîvîsan Înan Kizilkaya, endamên Lijneya Şewirmendiyê ya Weşanê Necmiye Alpay û Asli Erdogan ên hatin girtin li ber Girtîgeha Bakirkoyê hatiye destpêkirin didome. (16.00) BI DÎMEN E

* Heyetek ji akademîsyenên bi biryara KHK'ê ji karên wan hatibûn avêtin, dê bi Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken re li Salona Civînê bên gel hev. (14.00) BI DÎMEN E

*Dê 9'emîn rûniştina doza Nîhat Kazanhan ê 12 salî ku bi guleya polîs di 14'ê çileya 2015'an de jiyana xwe ji dest dabû li Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê were dîtin. (09.40)

* Cenazeyê endamê YPS'ê Baran Kaval (tufan Amed) ê li Şirnexê di dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da dê li Gorsitan Yenîkoyê ya Amedê bê definkirin. (10.00) BI DÎMEN E

* Kongreya ÎSlama Demokratîk (DÎK) dê li Park Orman a Amedê nimêja înê ya sivîl bike. (12.00) BI DÎMEN E

* Baroya Amedê dê li ber Edliyeya Amedê ji bo kiryarên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku hat qetilkirin bên dîtin û lêpirsînekî berfireh bê meşandin careke din bên cem hev. (13.30) BI DÎMEN E

JIN

* Jinên ku li taxa Pîmeyremê ya navçeya Qelqeliyê dijîn bi gihayê hewajo ku ji qontara çiya kom dikin derman çêdikin û di dermankirina birînên şewatê û birînên din de bi kar tînin.

ABORÎ

* Li Çukurovayê sezona narinciyeyê dest pê kir, hilberîner û bazirganên ku par zirar kirin îsal hêviyên xwe bi îxracatê ve girêdane.





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN