'Em ê rizayê nedin dersên ol ên mecbûrî'
EDENE (DÎHA) - Hevserokê DAD'ê yê Şaxa Edeneyê Pîr Zeynel Kete diyar kir ku dersên ol ên mecbûrî ji bo elewiyan qirkirin e ew ê rizayê nedin dersên ol ên mecbûrî.
Bi vekirina dibistanan ve pirsgirêka dersên ol ên mecbûrî careke din hate rojevê. Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal a Şaxa Edeneyê Şukur Şahîn diyar kir ku bi dersên ol ên mecbûrî ve li hemberî elewiyan zilm didome û ligel hemû biryarên dadgehên navneteweyî îxtidara AKP'ê vê pêkanînê didomîne. Şahîn wiha got: "Asîmîlasyona li hemberî zarokên me qoza herî mezin a di destên wan de ye. Nifşê oldar û kîndar wekî din nagihê." Şahîn anî ziman ku AKP feraseta îslamê ya Emewiyan li ser civakê ferz dike.
Şahîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Zarokên ku li malên xwe lavij tên gotin, qimêtê didin jinan ji bo ku ji dersên xwe bikaribe derbas bibe û ji ber fikara pêşerojê nimêj bi wan didin kirin. Tiştên ku tu eleqeya wî bi jiyana wan ve nîne tê vegotin. Ev zilm e. Em li dijî dersên ol ên mecbûrî li ber xwe didin lê ligel vê yekê bi sîstema 4+4+4 ve dersa ol hatin belavkirin. Hejmara îmam xetîban zêde kirin. Kursêr quranê zêde kirin. Îxtidara AKP'ê îro bi tevahî êrîş dike. Çareseriya vî pirsgirêkê berxwedana tevahî ye. Pirsgirêka ku elewî bi tena serê xwe çareser bikin nîne."
Serokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Şaxa Edeneyê Pîr Zeynel Kete jî diyar kir ku îsal 18 milyon xwendekaran dest bi perwerdehiyê kirine lê serdema nû bi pirsgirêkan dest pê kiriye. Kete got ku ilgel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) AKP dersên ol ên mecbûrî didomîne û wiha axivî. "Ev dersên ol ên ku li dijî riya me ye qirkirina çandî esas digire li dijî aliyê demokratîk ê îslamê ye jî em rizayê nadin."
Li welat bi feraseta yekperest perwerde tê dayîn
Kete bilêv kir ku her sîstema desthilatdar li gorî îdeolojiya xwe sîstemekî perwerdehiyê ava kiriye û wiha axivî. "Li welatê me jî feraseta yekperest a ku bi komarê re dest pê kir her diçe kurtir dibe. Hemû dibestan ji bo vê hatine înşakirin. Jibilî nirxên xwe hemû ziman, çand, nirx û bawerî rastî qirkirinê tê. Em vî pêkanînê qebûl nakir û têbikoşin."
(sa)