Endamê AKP'ê kirin endamê meclîsa şaredariyê

ŞIRNEX (DÎHA) - Walîtiya Şirnexê kesekî nêzî Qeymeqamê Elkê û endamê AKP'ê weke endamê meclîsê li cihê Hevşaredara Elkê Seyran Argan a ku niha girtiye weke qayum tayîn kir.
Piştî 25 şaredariyên DBP'ê bi qeyûman hatin desteserkirin niha jî derket holê ku Walîtiya Şirnexê li cihê Hevşaredara Elkê Seyran Argan a ku niha di girtîgehê de ye kesekî bi navê Abdûlkerîm Ûlaş ku nêzî qeymeqanê bajêr e û endamê AKP'ê ye weke endamê meclîsa şaredariyê tayîn kiriye.
Di belgeya ku Gerînendeyê Îdareya Herêmî ya Şirnex Tahîr Şanli amade kiriye de tê nivîsîn ku Hevşaredar Argan bi hinceta, "alîkarî daye rêxistinê" ji peywirê hatiye dûrxistin û piştî KHK'an biryara cihê kesên ku ji van gumanbariyan hatine dûrxistin hin kes din werin tayînkirin heye. Gerînende Şanli bi vê hincetê belge amade kiriye û Walîtiya Şirnexê ev daxwaza Şanli qebûl kiriye.
Hem endamê AKP'ê ye hem jî nêzî qeymeqam e
Kesê ku weke qeyûm ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve bûye endamê meclîsa şaredariyê bi nêzîkbûna xwe ya Qeymeqamê Elkê tê naskirin û hema bêje her gavê pêre digere. Herî dawî di cejnê de qeymeqam û Ûlaş bi hev di heman wêneyî de dixweyên.
Qeyûm bêyî polîs dernakeve kolanê
Li gor agahiyên hatine bidestxistin piştî ku Abdulkerîm Ûlaş weke endamê meclîsê hatiye tayînkirin bêyî ku polîs parastina wî bigirin dernakeve derve û hêj neçûye şaredariyê.
(kom/no/sa)