DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Girtîgeh vegerandin navendên îşkenceyê'

 
23 Îlon
09:07 2016

ENQERE (DÎHA) - Alîkara Sekreterê Giştî û Berpirsyara Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Necla Şengul têkildarî rewşa girtîgehan got ku hikûmetê girtîgeh vegerandin e navendên îşkenceyê.

Piştî hewldana darbeyê, bi îlankirina OHAL'ê re îşkence, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçe zêdetir dibe. Alîkara Sekreterê Giştî yê ÎHD'ê û Berpirsyara Girtîgehan Necla Şengul derbarê rewşa girtîgehan de axivî. Şengul da zanîn ku sala 2016'an ji bo girtîgehan wekî, sirgûn, îşkence û muameleyên xirab dest pê kir û wiha axivî: "Îdare û midûriyetên girtîgehan bi awayekî aşkera qebûl dikin ku li hemberî girtiyên siyasî îşkenceyê dikin. Îdareyên girtîgehan her roj îşkenceyê girtiyên siyasî dikin û piştre jî dibêjin ev der dewlet e û em ê hêza dewletê nîşanî we bidin û li hemberî girtiyên siyasî bi awayekî tehdîtwarî tevdigere."

'Rengê cilan wekî sûc tê dîtin'

Şengul diyar kir ku sirgûnkirin jî cûreyek îşkenceyê ye û wiha berdewam kir: "Girtiyên siyasî yên ku tên sirgûnkirin di dema sirgûnan de rastî êrîş, îşkence û hewldana tecawizê tên. Ya herî balkêş jî hemû girtiyên siyasî rastî lêgerîna tazî tên. Ev yek jî îşkenceya derunî ye. Ev salek zêde ye mafên girtiyên siyasî yên wekî xwendina pirtûkan, hevdîtina ji malbatan re û xwekirina cilan ji wan hatiye stendin. Girtî niha nikarin rengên cûda cilan xwe bikin û xwe kirina rengên cilan ji bo wan wekî sûc tê dîtin."

'Dema hevdîtinan hat kêmkirin'

Şengul destnîşan kir ku piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê saetên hevdîtinan jî hatin kêm kirin û axaftina xwe wiha domand: "Bi salan e girtiyên siyasî ji bo hevdîtinên ji malbatan re tekoşînê didin meşandin. Heta 15'ê tîrmehê malbatan dikarî saetekê ji girtiyan re hevdîtinê bikin, lê piştî 15'ê tîrmehê ev dem hat kêm kirin û niha hîn girtîgehan de malbat herî zêde 10 deqîqeyan ji girtiyan re hevdîtinê dikin."

'Dewlet îşkenceyê ji malbatan jî dike'

Şengul bal kişand ser armanca sirgûnkirinan û wiha pêde çû: "Girtiyên ku niha di girtîgehên cûda de dimînin rewşa malbatên wan a aborî ne baş e. Dewlet ne tenê îşkenceyê ji girtiyan ji malbatên wan jî dike. Binêrin girtiyên di Gitîgeha Colemêrgê de dimînin sirgûnî Girtîgeha Edîrne û Tekîrdagê tên kirin. Armanca dewletê her du aliyan îşkencê bike û wan bêxe di nav zor û zordariyan ku malbat nekarin girtiyên xwe re hevdîtinan pêk bînin."

'Dewlet bi awayekî aşkera îşkenceyan dike'

Şengul bi lêv kir ku girtîgeh vegerîne navendên îşkenceyê û wiha got: "Niha di girtîgehan de îşkenceyên cûr be cûr tên kirin. Mafê hemû girtiyên siyasî tên binpêkirin. Dewlet bi awayekî aşkera dibêje ez îşkenceyê ji girtiyên siyasî dikim. Piştre dibêje ku ez hêza dewletê nîşanî we didim. Dewlet jî baş dizane ku gelek girtiyên siyasî bi salan e di girtîgehan de dimînin û her wekî din jî dewlet dizane ku girtiyên ku demek dirêje di girtîgehan de dimînin serî li hemberî wan natewîn in."

'Em ê bibin dengê girtiyan'

Şengul herî dawî ev tişt gotin: "Em dizanin ku girtiyên siyasî li hemberî wan kiryarên dewletê serî natewîn in û dê bi tekoşînekî mezin van qirêjiyên dewletê bê encam bihêlin û dê di demek nêz de bigihîjin mafên xwe yên demokratîk. Em ê jî wekî malbat û parezvanên mafê mirovan li derve bibin dengê girtiyên siyasî. Heta ku ev êrîş û îşkenceyên li hêmberî girtiyan bi dawî nebin em ê dengê xwe bilind bikin."

(fd/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN