DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Divê ji bo girtîgehan heyetên serbixwe bên avakirin'

 
23 Îlon
09:08 2016

STENBOL (DÎHA) - Endama Lijneya Giştî ya Odeya Tabîban a Stenbolê Încîlay Erdogan diyar kir ku bi OHAL'ê re binpêkirinên li girtîgehan her ku diçin zêde dibin û ev tişt got: "Divê heyeteke serbixwe ya ku bi hemû pirsgirêkên li girtîgehan re mijûl dibe bê avakirin."

Bi îlana OHAL'ê re zext û pêkûtiyên li girtîgehan di asta herî jor de ne, Endama Lijneya Giştî ya Odeya Tabîban a Stenbolê Încîlay Erdogan bal kişand ser zextan û aşkera kir ku divê zext bên bi dawî kirin û heyeteke serbixwe der barê girtîgehan de bê avakirin. Erdogan bi lêv kir ku malbatên girtiyan û parêzer di binê çavdêriyê de ne, beyî ku tu mafên mahremiyetê li ber çavan bê girtin wan didin zorê.

'Di serdema OHAL'ê de bê hiqûqî rewa kirin'

Erdogan aşkera kir ku di girtîgehan de şertên tenduristiyê ne pêkan in, her roja ku derbas dibe, mafên girtiyan ên wekî xarin, ragihandin, fîzîk û hwd ji holê tên rakirin û wan dernaxin cihê bêhnstandinê. Erdogan piştrast kir ku serdema OHAL'ê dê di hişmendiya raya tiştî de wekî serdema bêhiqûqiyê bê cihgirtin û ev tişt got: "Divê 20'ê Tîrmehê wekî rewabûna serdema hiqûqê bê zanîn. Li derve û hundur gelek mafên me ji destên me hatin giritn."

'Berpirsyarê mirinan dewlet e'

Erdogan di dewama axaftina xwe de got "Xizmetên tenduristiyê li girtîgehan di rewşeke kambax de ye" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heta niha me der barê pirsgirêkên girtîgehê de gelek serlêdan pêk anîn, lê hemû jî bê encam man. Li gorî peymanên navneteweyî mafên ewlehiya canê mirovan di binê berpirsyariya dewletê de ye. Divê vê berpirsyariya xwe bîne cih."

Erdogan li ser rewşa girtiyên nexweş jî rawestiya û destnîşan kir ku gelek girtiyên rewşa wan giran hene, her roj li girtîgehan agahiya mirina girtiyan digirin. Erdogan anî ziman ku ev ne mirin, kuştin e û wijdana mirovahiyê aciz dike.

Erdogan diyar kir ku "Tişta rast zanyarî, etîk û hiqûq e" û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber wê divê heyeteke serbixwe bê avakirin, li cihên lêkolîn tên kirin divê raporên wan bên amadekirin û di çarçoveya van raporan de ev mirov ji hêla rayedaran ve bên derman kirin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN