Berî ku Ozgur Gundemê bigirin xebatkarên wê hatine deqkirin

YASÎN KOBULAN
STENBOL (DÎHA) - Di 16'ê Tebaxa 2016'an de rojnameya Ozgur Gundemê ji hêla 8'emîn Dadgerê Cezayê Sûlhê yê Stenbolê ve hat girtin, berî ku rojname bê girtin derket holê ku di nivîsa 27'e Hezîranê ji hêla Buroya Lêpirsîna Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve ji TEM'ê re şand de, agahiyên der barê xebatkarên rojnameyê de hatine berhevkirin û ew deqkirine.
8'emîn Dadgerê Cezayê Sûlhê yê Stenbolê di 16'ê Tebaxa 2016'an de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye bi awayekî "demborî" weşana rojnameya Ozgur Gundemê da rawestandin. Piştî vê polîsan bi ser navenda rojnameyê de girt û îşkence li rojnamegeran kir û 25 kes binçav kir. Bi vê yekê re derket holê ku biryara girtinê ji hêla kêve hatiye dayîn. Her wiha dadgeha tirk bi van zextan jî têr nebû, endamên Lijneya Weşanê Asli Erdogan û Necmiye Alpay, Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya û Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya jî hatin girtin.
Dîsa rojnameger Aydin Engîn ê piştgirî da kampanyaya "Nobeda Gerînendeya Weşana Giştî" ya Ozgur Gundemê, der barê wî de nivîsek ji Midûryeta Şaxa TEM'ê ya Stenbolê re hat şandin.
Nivîsa ji hêla Serdozgerê Komarê Eşref Durmuş ve hatiye şandin, balê dikişîne ser çapa 2'yê Hezîrana 2016'an û hemû nivîs û manşetên ji hêl rojnameyê ve hatine weşandin, heke wekî alîkarî û propagandaya PKK/KCK'ê hatibe dîtin, divê lêpirsîn bê destpêkirin û ji paşve bê îadekirin.
Her wiha di nivîsê de tê diyarkirin ku dozgerê bi navê Durmuş jî piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê tayînî bajarekî din hatiye kirin.
Ji hêla din ve nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Aydin Engîn dema di 2'yê Hezîrana 2016'an de "Nobeda Gerînendeya Weşana Giştî" digirt, ji bo îfadeyê bangî wî nehatiye kirin. Her çendî hejmara 2'yê Hezîranê esas hatibe girtin, hemû xebatkarên rojnameyê hatine deqkirin, lê di çarçoveya lêpirsînê de bangî Engîn nehatiye kirin.
(ms)