DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji parlamentera HDP'ê re teblîgata tehdîdê şandin

 
23 Îlon
09:09 2016

ENQERE (DÎHA) - Der barê parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran de ji ber ku tevlî çalakiya mertalên zindî bûye lêpirsîna ku hate vekirin didome, ji Başaran re ji bo danişînê di 26'ê cotmehê de bê dîtin teblîgat hat şandin, di teblîgatê de gefa ku heke beşdarî dozê nebe dê der barê wê de biryara "girtinê" an jî "bi zorê anînê" bê dayîn tê xwarin.

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran di 18'ê îlona 2015'an de li navçeya Sasonê ji bo ku operasyona hatiye destpêkirin bê rawestandin bi rêveberên HDP û DBP'ê ve çûn herêmê. Bi Başaran re, Hevşaredarên Êlîhê Sabrî Ozdemîr û Gûlistan Akel, Hevşaredarê Qûbînê Mustafa Ozturk, Hevşaredarên Awîskê Hîdayet Tiryakî û Osman Karabulut, endamên meclîsa şaredariyê, endamên meclîsa giştî ya bajar bi tevahî 83 kesên ku çûbûn hatibûn binçavkirin. Ji mertalên zindî yên 2 rojan di bin çavan de man û derxistin dozgeriyê Ozdemîr û Akel hevserokên HDP û DBP'ê jî di nav de 26 kes hatin girtin. Fezlekekeya ku ji b wan rojan der barê Başaran de hat amadekirin şandin Meclîsê. Piştî ku destnedayînên parlamenteran hat rakirin der barê başaran de vê carê îdianame hat amadekirin û pêşkêşî dadgehê hat kirin.

Gefa bi zorê anînê û girtînê

2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê ya îdianameya hat amadekirin, qebûl kir ku hema roja dozê diyar kir û ji Başaran re teblîfat şand. Di teblîfatê de tê gotin ku hete tevlî danişîna 26'ê cotmehê de nebe dê der barê wê de biryara girtinê yan jî bi zorê anînê bê derxistin.

Îdianame li ser esasê ku Başaran û kesên pê re ji bo bibin mertalên zindî çûne herêmê hatiye amadekirin û dozger mertalên zindî wekî "derveyî rêgezên hiqûqa navneteweyî" nirxandinye.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN