DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Tirkiye li Rojava dîsa bi DAIŞ'ê re hevkar e

 
23 Îlon
09:10 2016

DÎLOK (DÎHA) - Çeteyên bi desteka Tirkiyeyê li herêma Şehbayê di bin navê têkoşîna bi DAIŞ'ê re di dagirkeriyê de cihên xwe digirin, hat hînbûn çeteyên DAIŞ'ê jî di nava wan de cih digirin. Ji van kesê bi navê Semîr Exterîn wekî endamekî DAIŞ'ê di nava komên ku MÎT piştgiriyê dide wan de cih digire.

Herêma Cerablus û Çobanbey (Rai) ya dikeve herêma Şehbayê ji hêla Tirkiye, El Nusra, Ehrar El Şam, Nureddîn Zengî û Tûgaya Sultan Murat ve hat dagirkirin, bi vê dagirkeriyê re yek bi yek hevkariyên wan derdikevin holê. Ji hêla din ve gelek çeteyên DAIŞ'ê yên ku cil û bergên xwe guhertin, di nava komên girêdayî Tirkiye û MÎT'ê de cih digirin, niha jî tê gotin ku gelek DAIŞ'iyên di nava "OSO" de cih girtine, tevli operasyona "Mertalê Firatê" bûne. Her wiha hat diyarkirin ku gelek çeteyên girêdayî MÎT'ê xwe li Çobanbey negirtine û 13 gund dîsa teslimî çeteyên DAIŞ'ê kirine.

'Di nava tevgera dagirker a DAIŞ'ê de cih digirin'

Tirkye ji bo herêma ku kantonên Efrîn û Kobanê digihîne hev ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve neyên rizgarkirin, di bin navê "OSO" yê de operasyonek da destpê kirin, lê ev hêza ku wekî OSO tê zanîn bi tevahî ji çeteyên El Nusra, Ehrar El Şam, Nureddîn Zengî û Tûgaya Sultan Murat pêk tên û herêma Şehbayê dagir kirin. Her çendî wekî têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bê dîtin jî di demeke kurt de aşkera bû ku ev lîstokek e. Ji hêla din ve gelek çeteyên ji Kafkasya, tirk û Ewropayê qilifên xwe guhertin û di nava "Mertalê Firatê" de cih girtin.

DAIŞ bi leşkerên tirk re ye

Yek ji van çeteyan, çeteyê bi navê Semîr Extarî yê DAIŞ'î ye û di nava komên girêdayî MÎT'ê de li herêma Şehbayê di dagirkeriyê de peywîr girtiye. Li gorî agahiyên herêmî, Extarî demên borî di nava komên DAIŞ'ê yên Cerablusê, niha jî bi leşkerên tirk û MÎT'ê de li herêmê bi tevger e.

Çeteyan 13 gund radestî DAIŞ'ê kirin

Hat diyarkirin ku rewşa gelek çeteyan bi vî awayî ye, çeteyên ji MÎT'ê destekê digirin jî ji Cerablusê xwe ranegirtine û herêm terikandine. Duh pêve li herêma Çobanbey van çeteyan 13 gund radestî DAIŞ'ê kirin. Hat diyar kirin gundên wekî Boztepe,Gidrîş, Bahwarta, Til Ear Şerqî, Til Xerbî, Vakiq, Hedabed, Qibrîn, Eferiye, Eyûbiye, Nevda, Mismîne û Şeva ji nûve ketine destên DAIŞ’ê û ev gund ji hêla koalîsyonê û Tirkyeyê ve tên bombekirin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN