DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hevşaredarên DBP'yî: Em ê bi gel re siyaseta demokratîk bimeşînin

 
23 Îlon
09:11 2016

AMED (DÎHA) - Hevşaredarên DBP'yî betek nîşanî qeyûmên ku hatine avêtin dan û diyar kirin ku ew dê bi gel re siyaseta demokratîk bimeşînin. Hevşarredaran got "Em ê çeperên xwe bernedin" û banga têkoşînê kirin.

Hevşaredara Başarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, qeyûma hatiye tayînkirin wekî derbeyê nirxand û aşkera kir ku cuda pênaseyeke wê nayê kirin. Kişanak aşkera kir ku tayîna memûrekî dewletê tê wateya "Ez vîna gel nas nakim. Ez dest datînim ser rêveberiyê" û piştrast kir ku ev pêkanîn niha ji hêla AKP'ê ve di mereytê de ye. Kişanak diyar kir ku dê ev qeyûm biçin, cuda rêya wê tune.

Bakirhan: Em vê bêhiqûqiyê biqedînin

Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan jî bi lêv kir ku qeyûm demek dirêj e tê nîqaş kirin û qeyûm wekî derbeya li dijî vîna gelê kurd pênase kir. Bakirhan anî ziman şaredarî veguherandine qereqol û girtîgehê û da zanîn ku gelê kurd qeyûmê nas nake û ew dê vê bêhiqûqiyê biqedînin.

Akel: Dê qeyûm biçe

Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel jî destnîşan kir ku gel qeyûm qebûl nekiriye, dê li dijî qeyûmê têkoşîna hiqûqî bidin meşandin. Akel got "Dibe ev polîtîkayeke dewletê be. Lê amûrên qeyûmê derbeya leşkerî ye. Dê qeyûm biçe."

Kadirhan: Em ê çeperê xwe bernedin

Hevserokê Yekitiya Şaredariyên Anatoliya û Başûr Rojhilat û Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan jî anî ziman ku bi qeyûma li dijî Şaredariya Hezexê re, dê ev polîtîkay berdewam bike û ev tişt got: "Lê divê bê zanîn ku em dê çeperên xwe bernedin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN