'Li Tirkiyeyê serdema Hîtleran tê avakirin'
ENQERE (DÎHA) - Prof. Dr. Onur Hamzaoglu der barê akademîsyenên ji peywîrê hatin girtin de nêrînên xwe anî ziman û aşkera kir ku di Tirkiyeya nû de serdema Hîtleran tê avakirin.
Biryarnameya di çarçoveya OHAL'ê de hat derxistin, yek jê zanîngeha weqfê 93 zanîngeh, bi giştî 2 hezar 346 akademîsyen ji peywîrê hatin dûrxistin. Ji van akademîsyenan 44 jê îmzeya xwe avêtibûn binê danezana Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê. Yek ji van akademîsyenan jî Prof. Dr. Onur Hamzaoglu yê Serokê Beşa Zanyariya Tenduristiya Gel a Zanîngeha Kocaeliyê ye.
Hamzaoglu ji ber ku di demên borî de li herêma Dîlovasî û Kandirayê lêkolîneke pêk anîbû û di lêkolîna ku hatibû parvekirin de piştrast bibû ku di şîrê dayikên herêmê de metala giran heye û ev ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanê re parvekiribû, ji hêla desthilatdarî û rêveberiya zanîngehê ve hedef hatibû nîşandan. Piştî hedef hat nîşandan, di çarçoveya KHK'yên di dema OHAL'ê de hatin derxistin de, ji Zanîngeha Koçaeliyê hat avêtin.
Hamzaoglu diyar kir ku êrîşên li dijî akademîsyenên, bi akademîsyenên aştîxwaz destpê kiriye û ev tişt got: "Heyeta di sala 2015'an de serokwezîr ji peywîrê girt niha jî pêvajoyê dixe hincet, bi îmzayên lijneya wezîran re ji nûve saziyan ava dike. Zanîngehan li van zêde dikin."
'Ne mexdûr bê alî'
Hamzaoglu aşkera kir ku ew ne mexdûr, alî gir in û wiha pêde çû: "Em alîgirên perwerdeya laîk in, em alîgirê perwerdeya bê pere ne, em alîgirê zanîngeha serbixwe ne, tişta herî girîng em aliyê jiyan û canan in. Alîgire aştiyê ne. Ji ber wê jî di vir de mexdûrbûnek tune. Em alîgirê jiyaneke sekuler in. Alîgirê afrîneriyeke zanyarî ne."
Hamzaoglu di dewama axaftina xwe de piştrast kir ku ew ê li her derê Tirkiyeyê têkoşîna biratiyê bi hev re bidin meşandin û wiha axivî: "Ev KHK ji hêla kesên ku gilêz û xîtika efendiyê wan Fettullah Gulen li ser wan ve hatin îmzekirin. Em ê vê cîhanê ji wan re wisa bi rihetî nehêlin. Ev welat û ax ên me ne. Tişta divên cemawerî ne aydê wan e. Cemawerî em in."
'Serdema Hîtleran li Tirkiyeyê tê avakirin'
Hamzaoglu destnîşan kir ku li Tirkiyeyê serdema Hîtleran tê qavakirin, dixwazin vê serdemê di hemû saziyan de derxin pêş. Hamzaoglu bi lêv kir ku Almanyaya 1933'yan çawa be, 2016'ya Tirkiyeyê jî heman tişt e û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Dixwazin vê yekê li ser saziyên din jî bidin nîşan. Yanî dixwazin serdema Hîtlerê li Tirkiyeyê di sala 2016'an de ava bikin. Tu navekî vêyî din tune. Divê her kes wiha pênase bike. Divê hêzên siyasî têkoşînê li gorî wê bi rêxistin bikin û helwesta xwe li gorî wê bidin nîşan."
(ms)