DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ewil qeyûm hat piştre hevşaredarê nexweş binçav kirin

 
23 Îlon
09:12 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Piştî desteserkirina 24 şaredariyên DBP'ê hikûmeta AKP'ê, bi tayînkirina qeyûmê Şaredariya Hezexê jî hate desteserkirin, Hevşaredar Mehmut Muhdî Aslan ê nexweş e jî binçavkirin.


Piştî ku di 11'ê îlonê de AKP'ê bi derbeya sivîl 24 şaredariyên DBP'ê desteser kiribûn di daxuyaniyên xwe yên rojên derbas bûyî de anîbûn ziman ku dê ev xespkirin berdewam bike. Piştî van daxuyaniyên AKP'ê Şaredariya navçeya Hezexa Şirnexê jî di saetên serê sibê de hat dorpêçkirin û piştre derket holê ku ji bo şaredariyê qeyûm hatiye tayînkirin. Hêzên dewletê li navçeyê bi vê yekê jî nerawestan, piştî çend saetan Hevşaredar Mehmet Muhdî Aslan ê ku gelek nexweşiyên wî hene xistin bin çavan û ev 3 roj in ne malbat ne jî parêzer tu agahiyê jê nawergirin.

'Ev sê roj in me tu agahî ji birayê min negirtiye'

Birayê Aslan, M. Emîn Aslan nerazîbûn nîşanî girtina birayê xwe da û got ku ji ber nexweşiyên birayê xwe ew bi fikar in û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştî ku qeyûm hat ser şaredariyê bi çend saetan polîsan ser mala birayê min de girtin û ew kirin binçavan. Ji me re gotin qedexe ye hûn nikarin bibînin, her çiqas ji me re gotibin rewşa wî baş e jî, ji ber ku nexweşiya dil û çend nexweşiyên din pêre hene em pir bi fikar in."

Aslan bal kişand ser pêvajoya ku niha tê jiyîn û ev tişt anîn ziman: "Dibe ku niha herkesî digirin, dixin girtîgehan lê bila baş bizanin ku wê poşman bibin. Ji ber ku gelê kurd û tirk bi hezaran sal in li ser vê axê bi hev re dijîn. Daxwaza me ew e ku demoqrasiyek xwedî bingehek baş were ava kirin."

'Saeta binçavkirina bavê min balkêş e'

Keça Mehdî Aslan, Leyla Aslan jî bal kişand saeta ku bavê wê hatiye binçavkirin û axaftina xwe wiha domand: "Saeta binçavkirina bavê min balkêş e. Ji ber ku di saet 12:30'an de wê bavê min tevlî weşana zindî ya televîzyonên MED Nûçe û ÎMC'ê bibûya û di heman saetê de polîsan ser mala me de girtin û bavê min xistin binçavan."

'Em ji ber rewşa tenduristiya bavê min bi fikar in'

Leyla Aslan anî ziman ku bavê wê gelek salan di girtîgehê de maye û wiha pêde çû: "Em tu carî ji girtin û binçavkirinan natirsin, lê fikara me tenê rewşa tendurustiya bavê min e. Ji ber ku wî du caran qeyrana dil derbas kiriye. Em ditirsin ku cardin bavê min heman tiştê jiyan bike."

Aslan herî dawî got ku têkoşîna bavê wê ya wan e jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hertim li pişt bavê xwe ne. Têkoşîna wî têkoşîna me ye. Riya wî riya me ye. Çi pêwîst bike em ê heta dawî bikin. Em bi bavê xwe serbilind in."

Hevşaredara Hezexê Nevîn Oyman Girasûn jî di 24'ê tebaxê de bi hinceta, "propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû girtin û hêj li Girtîgeha Tîpa M a Midyadê tê girtin.

(kom/no/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN