DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Em paşve gav navêjin'

 
23 Îlon
09:13 2016

MÊRDÎN (DİHA) - Mamosteyên endamên Egîtîm Sen'ê yên ku ji herêma Mêrdînê ji kar hatin durxistin diyar kirin ku ji ber ku ew sendîkayeke muxalîf in nikarin li hemberî pirsgirêkên civakê bêdeng bimînin, ew ê paşve gav neavêjin û ji helwesta xwe tawîzê nadin.

Hikûmeta AKP'ê bi pêkanînên OHAL'ê ku ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, 10 hezar 524 endamên KESK'ê ji kar avêtin. 206 kesên ji kar hatibûn dûrxistin, bi temamî hatin îxrackirin, 10 kes jî bi hincetên cuda hatin girtin. Di çerçoveya dûrxistina peywiran li gelek deveran kedkar ketin nav çalakiyan. Ji van bajaran yek jî Mêrdîn û navçeyên wê Qoser, Şemrex û Nisêbînê in. Li herema Mêrdînê heta niha 1785 mamoste ji peyvirê hatine dûrxistin û mamosteyên hatine dûrxistin li hember vê yekê bi çalakiyên xwe nerazîbûna xwe tînin ziman.

Tenê li Qoserê 774 mamoste ji peywirê hatin dûrxistin'

Endamên Şaxa Egîtîm Sen a Qoserê ev hefteyeke di çalakiyê de ne. Momosteyê bi navê Hamît Gungor ew û keça xwe ya biçûk Delîla diyar kir ku ji ber ku tevlî mîtînga aştiyê bûye ewilî mişextî Yozgatê hatiye kirin û pişt re jî ji peyvirê hatiye avêtin. Gundor da zanîn ku tenê li Qoserê 774 mamoste ji peyvirê hatine dûrxistin û axaftina xwe wiha domand: "Kesên hikûmetê rexne dikin û mûhalîf hemû bi awayekî faşîzane hedef hatin girtin û ji peywirê hatin durxistin. Ji ber ku me mamosteyan aştî, biratî, aramî, zimanê dayikê, zanyarî dixwest bi awayekî neyarî hatin ser me û peywira me ji me sitendin. Li Qoserê zêdeyî 15 dibistan ji ber ku bê mamoste mane xwendekar naçin dibistanê. Ji dêlva dixwazin mamosteyên mezûnên lîseyê, bê formasyon û kesên mezûnê 2 salê zaningehê distînin. Banga min li van kesan heye û em dibêjin neçin. Piştgiriyê bidin me. Bi pêşeroja zarokên me nelîzin."

'Heta em mafên xwe bistînin dê têkoşîna me dewam bike'

Endamê Lijneya Disîplîna Navenda Giştî ya Egîtîm Sen'ê Mehmet Can Yildîz jî bi lêv kir ku mamosteyên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûê de (KHK) ji peywira xwe hatine dûrxistin heta mafên xwe bistînin dê têkoşîna xwe bilind bikin û wiha pêde çû: "Serokwezîrê tirk dema hat Amedê gef li me mamosteyan xwaribû û gotibû em ê we sirgûn bikin. Lê pişt re bi hewldana Egîtîm Bîr Sen'ê û Memûr Sen'ê biryara ji peywirê dûrxistin distînin. Heta em mafên xwe nestînin em nasekinin."

'Em ji helwesta xwe şûnde gavê navêjin'

Rêveberê Şaxa Egîtîm Sen a Şemrexê Îdrîs Noyan jî di derbarê mijarê wiha axivî: "Em kedkar nikarin xwe ji pirsgirêkên civakî dûr bixin. Mînak dema kesên ji Şengal û Kobanê hatibûn koçberkirin me alîkariya wan kir. Dema welatiyên me yên di erdhêja Wanê de hatibûn me alîkariya wan kir. Dema li Enqerê mîtînga aştiyê hat lidarxistin em çûn mitîngê. Ev hemû kirine hinceta dûrxistinê. Em tu carî serê xwe li ber wan natewînin. Ger van tiştan sûc bin belê em sûcdar in. Em tu carî bê deng nabin. Em ji helwesta xwe şûnde gav navêjin û em ji xwe tawîzê nadin. Li Şemrexê zêdeyî 90 mamosteyên me hatine dûrxistin."

'Em hêza xwe ji mafdarbûna xwe distînin'

Endamê Şaxa Egîtîm Sen a Şemrexê Şukru Zeray jî ev tişt anî ziman: "Em mamosteyên kedkar her tim aştî û demokrasiyê dixwazin. Em sendîqayek mûxalîf in. Divê em tiştên rast û şaş bînin ziman. Em tu carî li hemberî neheqiyan bê deng nemane. Tu carî li hemberî zilmê me serê xwe netewandiye. Tu kes nikarin bi van lîstikên qirêj me ji armanca me şûnde vegerîne."

(kom/no/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN