DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jin şîfayê li xwezayê digerin

 
23 Îlon
09:14 2016

WAN (DÎHA) – Jinên ku li taxa Pîmeyremê ya navçeya Qelqeliyê dijîn bi gihayê hewajo ku ji qontara çiya kom dikin derman çêdikin û di dermankirina birînên şewatê û birînên din de bi kar tînin.

Jin li gundê Pîmeyran ê navçeya Qelqelî ya Wanê di demsala payizê de gihayê Hewajo kom dikin û kremê çê dikin. Jin vî gîhayê hewajo piştî dikin krem di dermankirina birînan de bikar tînin. Gihayê Hewajo ku di demsala baharê de li bejayê şîn dibe û di meha payizê de koka wî sor dibe, ji bo gelek nexweşiyan dibe derman. Jinê koko hewajo kom dikin û dikin merhem, diyar kirin ku hem ji bo birînên şewatê û hem jî ji bo birînên din dermanekî gelek baş e. Welatiya gundê Pimeyremê Ayten Oktay, diyar kir ku diya wê her dem gihayê Hewajo kom dikir û dikir merhem û ew jî ji diya xwe fêr bûye û wiha got: "Ez niha her sibe diçim gihayê Hewjo kom dikim û dikim merhem. Ez vê merhemê di dermankirina birînan de bikar tînim. Kal û pîrên me fêrî me kirin ku ev giha derman e. Pêşiyên me her dem ev giha kirin derdam û ji gelek birînan re başe. Ji ber ku berê pêşiyên me ev giha dikirin merhem, em jî vê çand û kevneşopiyê berdewam dikin.

Oktay, anî ziman ku piştî koka hevajo sor bû diçin kom dikin û li derve zuha dikin. Piştî zuha bû em di nava rûnê nivîsk de diqelînin û dikin krem. Rengekî di navbera sor û spî de derdikeve holê. Gihayên li herêmê hem ji bo şifa û derman tên bikar anîn û hem jî di gelek xwarinan de tên bikar anîn. Em gelek gihayan di demsala baharê de wekî xwarin bikar tînin. Em gelek gihayan jî tev li peynîr dikin.

Welatiya gundê Pîmeyremê Asya Kotay (60) jî anî ziman ku jin derman û şîfayê di çiyê de dibînin û diçin li çiyê li gîha û dermanên xwezayî digerin û wiha got: "Berê ne tenê li gundrê me, li hemû gundên derdorê jin diçûn li çiya gihayê şifayî kom dikirin. Jin dizanin kîjan giha ji bo kîjan nexweşiyê derman e.
Berê nexweşiya pençeşêrê zêde tune bû. Henû nexweşî bi rêbazên xwezayî û dermanên xwezayî dihatin dermankirin. Lê piştî dermanên kîmyewî derketin nexweşî jî zêde bûn.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN